Kakemîn Necar

Yasanas û siyasetmedar Kakemîn Mistefa Emîn, bi navê (Kakemîn Necar), hatiye nas kirin. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1983 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye...


Yasanas û siyasetmedar Kakemîn Mistefa Emîn, bi navê Kakemîn Necar hatiye nas kirin. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1983 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 2010 an de li kongreya 13. de bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Hilgirê madalya Barzanî ye.

 

Jiyanname

Kakemîn Necar di sala 1966 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 2004 an de bekaloryosê li beşa yasa li zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.

 

Xebatname

Kakemîn Necar di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1983 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1987 an de berpirsê lîjneya navçeya Rewandizê ya ser bi lîjneya leqa du bûye. Di sala 1988 an de li piştî proseya enfalê wekî penaber koçberî welatê Îranê bûye‌.

 

Di sala 1991 an de wekî fermandeyek li raperîna Başûrê Kurdistanê da beşdariyê li azad kirina bajarê Hewlêr û Kerkûkê da kiriye. Di sala 1992 an de berpirsê Bereya Kurdistanî ya li bajaroka Soran û Cîgirê Serok Erkanê Artêşa Hevbeşa Kurdistanê bûye. Di sala 1994 an de bûye fermandeyê artêşa du ya ser bi hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin.

 

Di sala 2010 an de ji ber çalakiyên li Şoreşa Gulanê û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir