A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Mihemed Musa Feylî

Efser û aborînas û siyasetmedar Mihemed Musa Sadiq, bi navê (Mihemed Feylî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Mecîd Etruşî

Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, bi navên (Mecîd Efendî û Mecîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye û li dawiya sala 1964 an ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kariyê (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Zekî Hesen

Mihemed Zekî Hesen, di sala 1953 li gundê Biyê ya li devera Berêgarê ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û li Hêza Helgurd de li cem Dilovan Salih Ebdulezîz bûye Pêşmerge. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û pêşî çûye bajarê Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî li wargeha Cehrim hatiye nîştecîh kirin.

Agahiyên bêtir

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe.

Agahiyên bêtir

Mistefa Sofî Elî

Mistefa Sofî Elî, naskiriye bi )Mistefa Firinçî(, sala 1947 li gundê Feqyanî ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Sawe nîştecîh bûye. Di sala 1993 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Rewandizê.

Agahiyên bêtir

Mistefa Omer Sêwik Lêlkanî

Mistefa Omer Sêwik Lêlkanî, di sala 1973 li gundê Lêlkanî ya nahiyeya Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayiyê xwendiye. Di sala 1988 koçberê welatê Îranê dibe û sala 1991 piştî raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vedigerê Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Mihemed Ziyad Mihemed Emîn

Mihemed Ziyad Mihemed Emîn, di sala 1940 li gundê Feqiyan ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar û xwediyê zarokan bûye. Mihemed Ziyad kesayetiyê gundê Feqiyan bûye û ji bo baştirkirina rewşa jiyana gundnişînan kar kiriye.

Agahiyên bêtir

Meqsud Feqe Omer Hemed

Meqsud Feqe Omer Hemed, di sala 1955 li gundê Amoka ya ser bi nahiye ya Herîrê ya qezaya Şeqlaweya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê çar kur û du keçane.

Agahiyên bêtir

Memede Reş Rewandizî

Mihemed Xidir Mihemed, naskiriye bi (Memede Reş Rewandizî), di sala 1932 li gundê Kaniye Qurî ya qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li temena zarokî de bavê wî koça dawî dike, ji bo wê yekê ji ber erkê berpirsiyariya bi mal xwedîkirinê nekariye biçê ber xwendinê. Sala 1955 jiyana hevjîniyê pêkaniye, xwediyê şeş kur û keçek bûye.

Agahiyên bêtir

Me'ruf Qadir Elî

Me'ruf Qadir Elî, naskiriye bi (Me'ruf Çomanî), di sala 1956 li gundê Çomana Suweyl Axa ya li nahiyeya Simîlan ya ser bi qezaya Çomana parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê dibe û li wargeha Behrem nîştecîh dibe.

Agahiyên bêtir

Mistafa Cefer Yûsif

Mistefa Cefer Yûsif, bi nasnav (Seyîd Mistefa), di sala 1961ê de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di 5’ê Kanûna duyem a 1975’an de li gundê Bersirînê ji ber topbarana leşkirî Iraqê şehîd bû.

Agahiyên bêtir