Meqsud Feqe Omer Hemed

Meqsud Feqe Omer Hemed, di sala 1955 li gundê Amoka ya ser bi nahiye ya Herîrê ya qezaya Şeqlaweya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê çar kur û du keçane.


Di sala 1987 Meqsud Feqe li gel Şehîd Hadî Amokeyî û Cemîl Ezîz Axa û Mihemed Silêman Ezîz, peywendiyê bi rêxistinên nihêniyên tixûba Lîjneya Navçeya Şeqlaweya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikin, çendîn çalakiyên partayetî li wê tixûbê encam didin.

 

Di sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, peywendiyê bi hêza Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û beşdariya raperîn û azadkirina bajaroka Xelîfan û Soran û Şeqlawe û bajarê Hewlêr û Kerkûk dike.

 

Di sala 1991 li hêza Korek bi fermandeyê Husên Lawke Surçî ya ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gel Resul Feqe dibê Pêşmerge.

 

Di sala 1994 heta 1995 beşdariya şerên berevanîkirina li yasa û serweriya Kurdistanê li gundê Dergele û Roleya Zînî Wertê û şerên Dola Alane û Kêl Kêl û Serê Ciwanega û Kepkî Hemed Axa û Girdezoz û Sîdekan li devera Biradost kiriye. Di sala 1995 dibê Berpirsê Beşa Hewalgiriya Fewca Du ya li Lîwaya31 ê Dola Biyaw ya li artêşa 5 ê Spîlk. Di sala 1996 beşdariya azadkirina bajarê Hewlêrê dike û heman salê li bajarê Qeladizê birîndar dibe.

 

Li 20 ê Tebaxa 1997 li şerê berevanîkirina li serweriya yasa, bi destê çekdarên PKK tê şehîd kirin.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir