şehîd Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, di sala 1960 an de li gundê Berwênî ya ser bi nahiye ya Bemo ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye.
Di sala 1976 an de bûye Pêşmerge li Leqa Şehîd Ezîz Tofîq Ebdulqadir ku ser bi Betalyona Tawgozî bûne û Qadir Heme Salih Fermandeyê Betalyonê bûye. Di sala 1978 an de li navbera gundê Sêle û gundê Pişte ya nahiye ya Bemo ketine nav kemîna serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqê û Xalîd Ezem Tofîq bi dijwarî birîndar bûye.
Li 10 ê Eylûla sala 1982 an de Xalîd Ezem Tofîq û mefrezeyek hevsengerên xwe yên bi Fermandeyî ya Ezîz Tofîq Ebdulqadir piştî vegerana wan ya ji çalakiyekî partîzanî ya li nav bajarê Helepçe, li gundê Gurge çiyayê devera Tawgozî ya ser bi parêzgeha Helepçe, hêzeke zêdeyê cehş û serbazên rejîmên Be'es ve çar dewrê gundê wan girtine û şer di navbera wan de pêkhatiye. Piştî rûbirûbûneke çend demjimêrî û ji ber kêmbûna hejmara Pêşmergeyan û zêdehiya serbaz û cehşên rejîmê Xalîd Ezem Tofîq û Fermandeyê wî yê bi navê Ezîz Tofîq Ebdulqadir ku mamê wî bi xwe bûye, bi birîndarî ji aliyê serbazan ve hatine destgîr kirin. Paşê bi fermana hewalgiriya giştî ya Iraqê, her li wê şevê wate 10 ê Eylûla 1982 an de li derbasgeha Gurge çiya hatine fîşek baran kirin û şehîd bûne.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê