Şehîd Silêman Nebî Ehmed Ewla, li sala 1939 an de li gundê Rustê ya li devera Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Derçûyê amadehiyê pîşeyî bûye, paşê ji ber zîrekî û jêhatîbûnê berdewamiyê bi xwendina xwe dide û li hêza asmanî ya Iraqê de dibe Efser.
Di sala 1962 an de, rêza hêza asmanî ya Iraqê bi cîh dihêle û peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re dike. Li hêza Mehmud Kawanî de dibe Pêşmerge û paşê dibe Fermandeyê Betalyonê û beşdariya şerên çiya yê Sefîn û Kepkî Şîlane de kiriye û di sala 1962 an de di dema êrîş kirina ser çiyayê Sefîn ji ber bombebarana balafirên cengî yên dijmin bi Fermande Mehmud Kawanî re bi dijwarî birîndar dibe û paşê ji ber dijwariya birînên xwe şehîd bûye.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê