Şehîd Silêman Hisên Hacî Ebdula, di sala 1952 an de li gundê Dêlziyan ya ser bi bajaroka Diyana ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bû û heta qonaxa seretayî yê xwendiye û xêzandar bûye.
Di sala 1970 an de peywendiyê bi şoreşên Eylûlê re kiriye û li tixûbê Lîjneya Navçeya Rewandizê ya ser bi Leqa 2 bûye Pêşmerge û pileya Serpelî wergirtiye û beşdariya kar û çalakiyên rêxistinî ya xwendekar û lawan de kiriye. Beşdariya şerên Gorez û Geliyê Elî Beg da kiriye. Di salên 1974 heta 1976 an de bi du hevalên xwe re ji aliyê rejîma Be'es ve hatine destgîr kirin û sizaya sêdare danê ji bo wan derxistine. Paşê ji ber lêborîna giştî hatine azad kirin û dûbare peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye. Li 10 ê tişrîna yekem ya sala 1979 an de ji aliyê bi kirê girtiyên rejîma Be'es ve li gundê Spiyara ya li Xwakurkê hatiye kirin.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê