Wiso Hemed Law

wiso Hemed Law, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, di sala 1974 li şerê çiyayê Gorez şehîd dibe.


şehîd wiso Hemed Law, bi navê (wiso Hemed Law), hatiye naskirin, di sala 1952 li gundê Giwanî ya ser bi nahiye ya Diyana ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye û xwediyê du keç û kurek bûye. 

 

Di sala 1968 bi Ebdulwahîdê birayê xwe re peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re dike. Li betalyona Seyid Asî ya ser bi hêzên Balek de dibe Pêşmerge. Beşdariya şerên Çiyayê Zozik û Sertîz û Gerûya Omer Axa kiriye.

 

Di sala 1974 piştî destpêkirina şerê li navbera hêzên Pêşmerge û Partiya Be'es, dûbare çekê Pêşmergeyetiyê hildigre û berevaniyê li axa Kurdistanê kir. Li 17 ê Nîsana 1974 li şerê Çiyayê Gorez ya li nêzîk gundê Balekiyan ya li nahiye ya Diyana, ew bi xwe û birayê xwe yê mezin yê bi navê Ebdulwahîd Hemed Law û pismameke xwe û çend keseke dinê ji xizmên xwe ve tê şehîd kirin.

 

Ji ber rewşa şer û hebûna bombebarana tank û topên dijmin nedikarin termên şehîdan li gundê Giwan bi axê bispêrin. Ji bo wê yekê li gundê Sîtkan bi axê hatin spartin.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir