şehîd Şêx Xerîb Şêx Osman, li sala 1942 an de li gundê Balekiyan ya bajaroka Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye. Xwendewar bûye û jiyana hevjîniyê pêkaniye.
Di sala 1970 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li cem Fermande Seyid Asî bûye Pêşmerge. Beşdariya şerên Gorez û Sertîz û Gerwebêşê û Geliyê Elî Beg de kiriye, li 16 ê Nîsana 1974 an de di dema êrîş birina ser artêşa rejîma Iraqê ya li Geliyê Elî Beg de, bi birayeke xwe yê bi navê Mistefa Xerîb Şêx ku ew jî pê re Pêşmerge bûye, bi gulleya rejîma Iraqê hatine şehîd kirin.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê