Mihemed Musa Feylî

Efser û aborînas û siyasetmedar Mihemed Musa Sadiq, bi navê (Mihemed Feylî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin.


Efser û aborînas û siyasetmedar Mihemed Musa Sadiq, bi navê (Mihemed Feylî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin. Di sala 1953 li Desteya Damezrênerê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê bûye. Di heman salê de li kongreya yekem ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê da bi Endamê Desteya Kargêriyê hatiye hilbijartin. Di sala 1953 bûye yekemîn Sekreterê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê. Piştî konferansa Mawet û ji Partiyê veqetiya. Di sala 2007 li Bexda koça dawî kiriye.

 

Jiyanname

Mihemed Musa Sadiq di sala 1927 li Bexdayê ji dayik bûye. Ji malbateke Kurdên Feylî yên bazirgane û ew bi xwe jî bi karê bazirganiyê ve mijûl bûye. Di sala 1953 bekaloryosê ji Kolêja Bazirganî û Aborî ya Zanîngeha Bexdayê wergirtiye. Di sala 2007 li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û li goristana Necef bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.


Xebatname

Mihemed Musa Sadiq di sala 1947 li rêya Dr Cefer Mihemed Kerîm (1910 - 2000) peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1950 li konferansa yekem ya li bajarê Bexdayê ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd hatiye hilbijartin û piştî Dr Cefer Feylî bi duyemîn Kurdê Feylî yê li Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurd da tê hejmar kirin.

 

Nûnerê Kongreya duyem 1951, sêyem 1953, çarem 1959 û pêncem 1960 ya PDK bûye. Di sala 1953 li Desteya Damezrênerê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê li bajarê Bexdayê bûye û bûye yekemîn Sekreterê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê û heman salê de li kongreya yekem ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê da bi Endamê Desteya Kargêrî hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1959 an de beşdariya konferansa duyem ya Bexdayê ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê ya li bajarê Bexdayê de kiriye û dijî bi bala Hemze Ebdula deng daye bi silbûna wan ya heta kongreya çarem ya PDK. Di sala 1964 li veqetandinên di nava Partiya Dêmokrata Kurdistanê de dev ji çalakiyên partiyetiyê aniye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewên navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Bergê Yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Mehdî Mihemed Qadir, Pêşhatên Siyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, (Silêmanî ـ Navenda Lêkolînên Stratejiyên Kurdistanê 2005).

4- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî Muhatat Rîesiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

5- Newzad Fuad Reşîd, Çepke Gulek li Dîroka Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, (Hewlêr ـ Çapxaneya Welat 2014).

6- Mam Celal, Lil minasibe merur 46 ama lîl Tasîs Atihad Taleba Kurdistan, Sehîfe Al Atihad, Al Sehîfe Al Merkeziye Lil Atihad Al Wetanî Al Kurdistanî, Al aded 306, Al Sene Al Sabe, Al Silêmaniye, Al cem 19 şubat 1999.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir