Sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe. Di destpêkê de diçin wargeh û kampa Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî çend mehekê ya li wargeha Enzil li Serpêlî Zihaw (Ser Pulî Zehab) vediguhezin, çend mehekê li wir dimîne û paşê vediguhezin Sermîl, çend mehekê li wir dibê paşê ji bo bajarê Yezd têne veguhestin.
Li 22 ê Tişrîna Duyema 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, li gel malbata xwe vedigerê Kurdistanê û li bajarê Rewandizê nîştecîh dibe.
Sala 1962 li gel çend ciwaneke hevtemenên xwe wekî Seyid Selîm û Mihemed Ziyad û Qadire Goc li gundê Feqiyanî ya qezaya Rewandizê peywendiyê bi hêza Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge. Li şerên gundê Akoyan û Feqiyan û Çiyayê Korek û Dare Hîşk û Geruya Bêcan û Benî Çiyayê Herîr beşdariyeke wêrekane dike. Ji ber azayetî û wêrekiya wê pola Pêşmerge, pelek ji bo wan li tixûbê hêza Balek tê vekirin û Mihemed Ziyad dibe Serpel û Memede Reş Rewandizî jî dibe Cîgirê Serpel. Ji bo berevanîkirina berfirehxwaziya artêşa Iraqê wî dişînin navçeya Dêgele ya qezaya Koye.
Sala 1963 heta 1964 li devera Rewandiz û Dola Akoyan û Çiyayê Korek beşdarî çend şeran dike. Di sala 1965 li Çiyayê Korek beşdariya şerê têkşikandina artêşa Iraqê dike. Di sala 1966 li gel hevalên xwe yên Pêşmerge, wekî Seyid Selîm û Mihemed Ziyad û Qadirê Goc û Mecîd Karwançî, êrîş dikine ser artêşa Iraqê û li ser çiyayê Korek û Kepke Qel li tixûbê qezaya Rewandiz ji destê artêşa Iraqê rizgar dikin û ziyaneke zêde li ber artêşa Iraqê digihînin.
Sala 1966 beşdariya şerê Dare Hîşk û Çiyayê Korek û Dola Akoyan û Dola Alane li nahiyeya Xelîfan û Çiyayê Hindirênê dike. Li şerê Çiyayê Hindirên Memede Reş Rewandizî bi sivikî birîndar dibe û hevalên wî bi tenê nahêlin û ew derbas dikin.
Sala 1970 piştî beyana 11 ê Adarê, Mihemed Ziyad dibe Serleq û Memede Reş Rewandizî jî dibê Cîgirê Ser Leq. Heman salê piştî pêkanîna hêzên Pasevaniya Tixûb, ji ber ku ew zimanê Erebî dizanî dibe Reîs Orefa. Sala 1971 beşdariya şerê Kelekîn dijî cehşên xwefiroşên rejîma Iraqê dike. Piştî ku berpirsê Lîjneya Navçeya Rewandiz ji bo Lîjneya Navçeya Akrê biryara veguhestinê derket, daxwazê ji Serkirdayetiya Partî kiribû, Memede Reş Rewandizî jî li gel ewî veguhezin, ji ber pêwîstî pê dibe. Ji bo wê yekê Memede Reş Rewandizî nêzîkî du salan li devera Behdînan wekî Pêşmerge û Cîgirê Abdulrehîm Cesîm rola xwe dîtiye.
Sala 1974 piştî paşvekişana Hikûmeta Iraqê ji bi cîhkirina beyannameya 11 ê Adarê û despêkirina şerê dijî xelkê Kurdistanê, Memede Reş Rewandizî dûbare wekî Cîgirê Ser Leq vegeriya cihê xwe yê berê, beşdariya şerên Çiyayê Korek û Dola Akoyan ya li dijî Artêşa Iraqê kir. Li 8 ê Tebaxa 1974 Mihemed Ziyad şehîd dibê, ji bo wê yekê Memede Reş Rewandizî li cihê wî dibe Ser Leq.
Sala 1985 dûbare peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike, li ser daxwaza Kek Îdrîs Barzanî hêzeke Pêşmergeyê 400 kesî tê pêkanîn û têne navçeya Xinêre ya li devera Sîdekan. Beşdariya çendîn şerên dijî Artêşa Iraqê dike, sala 1988 beşdariya destana Xwakurk ya li devera Biradostê kiriye.
Destpêka sala 1992 li bajarê Rewandizê li ser daxwaza serkirdayetiyê hêzeke Pêşmerge tê pêkanîn, li sala 1992 li şerê berevanîkirina li serweriya yasa bi gulleya çekdarên PKK şehîd dibe.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.