Mecîd Etruşî

Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, bi navên (Mecîd Efendî û Mecîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye û li dawiya sala 1964 an ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kariyê (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin.


Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, bi navên (Mecîd Efendî û Mecîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye û li dawiya sala 1964 an ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kariyê (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1966 li kongreya hefte‌‌m de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1967 nûnerê konferansa ramyarî ـ serbazî Kanî Simaq (Hewlêr)ê bûye. Di sala 1974 cara duyem wekî Qaymeqamê Şêxanê ji aliyê serkirdayetiya şoreşa Eylûlê ve hatiye damezrandin.


Jiyanname

Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Derçûyê sala 1942 ya xaneya mamostayan ya li gundê Rostemiye ya Bexdaye. Di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1960 ji ber çalakiyên siyasî demekê li bendîxaneya Musil û Bexdayê de tê zîndanî kirin û paşê ji bo bajarê Dîwaniye ya li nava Iraqê tê nefî kirin wi dûr xistin. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê di destpêkê de wekî penaber diçe welatê Îranê û paşê vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1975 an de ji bo bajarê Dîwaniye tê dûr xistin. Di sala 1977 ji aliyê hikûmetê ve li ser karê xwe tê dûr xistin. Di sala 1977 piştî dûvdaçûnan hatiye xanenişîn kirin. Di salên (1988 - 1991) piştî enfala Behdînan koçberê Îranê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.

 

Xebatname

Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, di sala 1963 berpirsê lîjneya navçeya Musil ya ser bi lîjneya leqa yek Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1964 an de bûye endamê lîjneya leqa yek. Di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1964 nûnerê kongreya şeşe‌ma Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1964 endamê şanda diwanzdeh kesî ya danustandinkarê kongreya şeşema Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku bi rizame‌ndiya Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) çûye ser aliyê mekteba siyasî bi mebesta beşdarî kirina wan li kongreya şeşem da lê belê ji ber tekez kirina beşdarî nekirina aliyê mekteba siyasî şand li erkê xwe de serkeftî nebûn. Di sala 1964 an de kargêrê lîjneya leqa yek bûye. Di sala 1964 endamê yedegê lîjneya dûvdaçûn û pişkinîniya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya kongreya şeşem bûye. Di sala 1964 nûnerê kongreya geliyê duyem (Kongreya Qeladizê) bûye. Di sala 1964 an de nûnerê kongreya encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê û li heman encumenê bi endam hatiye destnîşan kirin. Li dawiya sala 1964 ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musila berê û Dihoka niha hatiye destnîşan kirin. Li nava sala 1966 ji aliyê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi endamê lîjneya amadekarê kongreya hefte‌‌m hatiye destnîşan kirin.

 

Di sala 1966 li kongreya heftem de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1966 bi gulleyê top li Şêxan birîndar bûye. Di sala 1967 nûnerê konferansa Ramyarî ـ Serbazî Kanî Simaq - Hewlêrê bûye. Li meha tişrîna duyema 1967 xwediyê îmtiyazê kovara Sefîn ya organa lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li dawiya sala 1967 li kedkarê nehemê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi berpirsê lîjneya leq hatiye destnîşan kirin. Di sala 1968 Sernivîskarê kovara Sefîn bûye. Di sala 1969 dev ji karê partiyetiyê aniye, li 23 ê Eylûla 1969 bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê wekî mamosta vegeraye ser karê xwe. Di sala 1970 nûnerê kongreya heşte‌‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1971 nûnerê kongreya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bûye. Li 1 ê Adara 1972 bi endamê lîjneya dîsîplîna taybet (Inzibat Al Xas) ji bo fermanberên perwerdeya Dihokê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1974 cara duyem wekî Qaymeqamê Şêxan ji aliyê serkirdayetiya şoreşa Eylûlê ve hatiye damezrandin. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê di destpêkê de wekî penaber diçe we‌latê Îranê û paşê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1975 ji bo bajarê Dîwaniye hatiye dûr xistin. Di sala 1977 ji aliyê hikûmetê ve ji karê xwe hatiye dûr xistin. Di sala 1977 piştî dûvdaçûnan hatiye xanenişîn kirin. Di salên (1988 - 1991) piştî enfala Behdînan koçberê Komara Îslamiya Îranê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 


Gotarên Têkildar

Zeîm Elî

Siyasetmedar û Ferîqê Yekem Omer Osman Îbrahîm, bi navên Mulazim Elî û Zeîm Elî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwazdehem 1999 da kiriye....

Agahiyên bêtir

Zêrevan Mihemed Osman Nebî

Siyasetmedar Zêrevan Mihemed Osman Nebî, bi navê (Zêrevan Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de cara yekem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye.

Agahiyên bêtir

Xurşîd Selîm Şêre‌

Xurşîd Selîm Şêre, bi navê (Xurşîd Şêre), hatiye nas kirin. Di sala 1954 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1954 an de wekî kadîreke çalakê cotkarê‌ deşta Hewlêrê çalakiyan encamdaye...

Agahiyên bêtir

Xesrew Tofîq Fethula

Xesrew Tofîq Fethula, aborînas û siyasetmedar bi navê (Nebez), hatiye nas kirin. Di sala 1948 an de berpirsê rêxistinên Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1955 an de endamê serkirdayetiya Partiya Komunista Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 li yekgirtina duyem da bûye‌ endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Xesrew Goran

Akademî û siyasetmedar Xesrew Ebdula Îsmaîl Me'ruf, bi navê (Xesrew Goran), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1978 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979 û dehem 1989 û yazdehem 1993 û diwazdehem bûye.

Agahiyên bêtir