Di sala 1978 li ser raspardeya Idrîs Barzanî bi nihênî xwe gihandiye bajarê Kerec û li wir ve ew şandine bajarê Urmiyê û paşê bi tixûbê di navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê ve xwe gihandiye Baregeha Herêma Yek (1) ya li navçeya Kumate ya li parêzgeha Dihokê. Bi mefrezeyê Mulazim Elî re çûye devera Nehêlî û heta sala 1979 li wê deverê bûye. Li heman salê da ji bo beşdarî kirina li kongreya nehem ya PDK ku li gundê Derbend ya li devera Mergewera Rojhilatê Kurdistanê hate sazkirin, vegeriya wargeha Zêwe ya li Rojhilatê Kurdistanê. Piştî dawî hatina kongreyê nav bihurî ji bo Mekteba Serokê PDK hatiye veguhestin û ew şandine navçeya Amêdî ku Mihemed Husên Ebdulezîz Ehmed berpirsê wê bûye.
Di sala 1988 di dema operasyona berfireha Enfal û kîmyabaran kirina navçeya Behdînan de, du birayên Mihemed Zekî yên bi navên Elî Hesen Cadir û Reşîd Hesen Cadir û biraziyeke wî yê bi navê Ebdulrehman Elî Hesen hatin enfal kirin. Lê belê nav bihurî bi rêya çiyayan ve xwe gihandiye Behirkê ya li parêzgeha Hewlêrê û li wir bi qaçaxî jiyaye. Di sala 1991 li serhildan û raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê de beşdar bûye û bi dijwarî birîndar bûye. Piştî başbûnê dûbare peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1993 ji bo leşkerê du yê taybet hatiye veguhestin û ji ber birînên xwe ve bi pileya Muqedem hatiye xanenişîn kirin.
Mihemed Zekî beşdariya dehan şer û destanan kiriye. Hinek ji wan destana Dêreluk, Xwakurk û Kanî Masî ya li devera Behdînan ya li parêzgeha Dihokê. Li jiyana Pêşmergeyetiyê da sê caran birîndar bûye. Di sala 2010 li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Berzanî wergirtiye.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.