Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe.


Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di destpêkê de li wargeha Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê nîştecîh bûye. Paşê ji bo bajarê Tewrêzê hatiye veguhestin. Demekê li bajarê Miyane nîştecîh bûye û paşê çûye bajarê Merend. Li 22 ê Kanuna Duyema 2003 li temena 101 saliyê de koça dawiyê kiriye û li bajarê Dihokê bi axê hatiye spartin.

 

Di sala 1943 dema Barzanî ji Silêmaniyê vegeriya Barzan, bi Îzet Ebdulezîz re beşdariya girtina serbazgeha Amêdiyê kiriye û her wiha beşdariya şerê binkeya serbazî ya Sewre ya li ser rûbara Şîn ya li navçeya Bilê de kiriye. Di sala 1945 beşdariya şerê Meydan Morîk ya li nêzîkî gundê Hawdiyan ya ser bi qeza Soranê kiriye.

 

Li 11 ê Tişrîna Yekema 1945 ji bo xwe parastina ji bombebarana balafirên cengî yên Ingilîzan û êrîşa artêşê û cehşên rejîma Iraqê, bi heşt cengawerên din re dixwestin biçin Rojhilatê Kurdistanê, lê belê li rê de wenda dibin. Bi neçarî bi Nêrwe û Rêkanê da vegeriyaye û li gundê Qediş ya ser bi qeza Amêdî hatine destgîr kirin. Li ser daxwaza Seîd Axa yê Doskî ji zîndanê hatine azad kirin.

 

Di sala 1958 dema Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Iraqê, Mihemed Selîm Ehmed bi Salih Yusifî Berpirsê Leqê Yek (1) li Behdînan û nêzîkî 20 kesayetiyên mezinên navçeyê re ji bo dîtin û bi xêrhatina General Mistefa Barzanî çûne bajarê Bexda. Li wir hevdîtinê bi Barzanî re encam dane û ji wan re gotiye: Herin li navçeyên xwe baregeha xebatê vekin. Ji bo wê yekê Mihemed Selîm bi Têlî Gerdî Yek Maleyî û Mehdî Hesen Nizarkî û Hesen Sîtî Bamernî û Mela Hemdî re, baregeha xebatê li Dihokê vedikin.

 

Di sala 1961 di dema destpêkirina şoreşa Eylûlê ya li devera Aloka ya parêzgeha Dihokê, Têlî Gerdî Berpirsê Hêzê Pêşmerge bûye û Mihemed Selîm Ehmed Cîgirê wî bûye û li wir beşdariya şerên Aloka û Geliya Zawîte û geliya Dihokê de kirine.

 

Di sala 1962 dema Barzanî cara duyem derbasbî navçeya Soran bû, Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî bi Barzanî re çûye navçeya Xelîfan û Qeladizê. Di sala 1964 beşdariya kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Qeladizê kiriye, piştî wê kongreyê vegeriyaye Dihokê û bi Elî Xelîl re li hêza Dihokê de bûye. Di sala 1970 piştî wê yekê ku peymana 11 ê Adarê hate mohr kirin, ji ber hilkişana temenê wî êdî nekariye Pêşmergeyetiyê û encamdana çalakiyên partîzanî de berdewam bibe. Ji bo wê yekê li şûna wî Mihemed Hesen kirin Fermandeyê Betalyona 4 ya li hêza Dihokê.

 

Di sala 1974 dema rejîma Iraqê li bi cîhkirina peyman û beyannameya 11 ê Adarê poşîman bû û şerê dijî gelê Kurd û şoreşê destpêkir, Mihemed Selîm dûbare peywendiyê bi Baregeha Pêşmergeyên Betalyona 4 ya Dihokê kiriye û amadehiya xwe ji bo hevkarî û berevanî kirina li şoreşê derbiriye. Di sala 1979 wekî endam li tixûbê Leqa Yek (1) beşdariya kongreya nehem ya Partiya Demokrata Kurdistanê kiriye.

 

Li 25 ê Tebaxa 1991 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Dihokê nîştecîh bûye. Li 16 êTebaxa 1996 ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzanî kiriye, li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir