Mihemed Ziyad Mihemed Emîn

Mihemed Ziyad Mihemed Emîn, di sala 1940 li gundê Feqiyan ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar û xwediyê zarokan bûye. Mihemed Ziyad kesayetiyê gundê Feqiyan bûye û ji bo baştirkirina rewşa jiyana gundnişînan kar kiriye.


Di sala 1965 li Hacî Omeran bi Mela Mistefa Barzanî hevdîtinek encam dide û peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û li betalyona 3 ya hêza Balek ya bi fermandeya Mela Emîn dibe Pêşmerge. Ji ber jêhatîbûn û wêrekiya xwe her zu dikin Serleq. Beşdariya gelek ji şerên devera Rewandiz û Diyanayê kiriye. Di sala 1974 di dema êrîşa artêşa Iraqê ya li ser çiyayê Korek ber bi Bêxal û bajarê Rewandizê li encama berevaniyeke bê wêne da hatiye şehîd kirin. Ji aliyê Pêşmergeyan ve termê wî li jêr destê serbazên artêşa Iraqê hatiye wergirtin û birine gundê Feqiyan û li wir bi axê spartine.

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir