Mistefa Sofî Elî

Mistefa Sofî Elî, naskiriye bi )Mistefa Firinçî(, sala 1947 li gundê Feqyanî ya ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Sawe nîştecîh bûye. Di sala 1993 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Rewandizê.


Di sala 1963 li temenê 16 salî de bi awayeke bêhempa û qehremanane li nêzîkî gundê Feqiyan, çekê çekdareke rejîma Iraqê jê distîne û peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê ve dike. Heman salê ew vediguhezin Baregeha Barzanî ya li nahiyeya Qesrê ya ser bi qezaya Çoman, li wir li erkê Pêşmergayetiyê de berdewam dibe. 

 

Di sala 1976 piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê, Mistefa Sofî Elî li gel çend hevaleke xwe yê li bajarê Sawe rêxistineke hizbî dadimezrênin û wekî endamê rêxistinê dest bi karên rêxistinê dike. Di sala 1985 li ser daxwaza Kek Îdrîs Barzanî, peywendiyê bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike. Beşdariya çendîn şerên li navçeyên Xinêre û Lolan û navçeyên azadkiriyan dike. Di sala 1988 beşdariya destana Xwakurkê ya li dijî artêşa Iraqê dike.

 

Sala 1993 piştî vegerana li koçberiya welatê Îranê, li tixûbê lîjneya navçeya Rewandizê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dibê endamê wê lîjneya navçeyê. Heman salê piştî destpêkirina şerê navxweyî, di destpêkê de dibe Amir Fewcê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û paşê bi fermana Serok Mesûd Barzanî dibe fermandeyê lîwaya 62 yê Rewandizê.

 

Şeva 4 li ser 5 ê Tişrîna Yekema 1997 li çiyayê Role ya li nêzîkî gundê Mawîlyan ya ser bi qezaya Rewandiz, li şerê berevaniya li serweriya yasa de, bi gulleyên çekdarên PKK şehîd dibe.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir