Mistefa Kerîm Xefur

Siyasetmedar Mistefa Kerîm Xefur, bi navê (Mistefa Hemamçî), hatiye nas kirin. Di ‌sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd, paşê ji partiyê derketiye û amade nebûye biryar û raspardeyên partiyê bi cîh bike.


Siyasetmedar Mistefa Kerîm Xefur, bi navê Mistefa Hemamçî hatiye naskirin. Di ‌sala 1950 an de li yekemîn Konferansa Bexdayê de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd. Paşê ji partiyê derketiye û amade nebûye biryar û raspardeyên partiyê bi cîh bike. Di sala 1953 di dema sazkirina kongreya sêyem de ji aliyê lîjneya birêvebirina kongreyê ve daxwaz lê hatiye kirin beşdariya kongreyê bibê lê belê beşdar nebûye û bi Salih Ruşdî re rêxistineke nû ya bi navê Partiya Demokrata Kurdên Iraqê damezrandiye.


Jiyanname

Mistefa Kerîm Xefur di sala 1924 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1947 an de li beşa werzîşî ya xaneya mamostayên seretayî ya Bexdayê hatiye wergirtin. Li 14 ê Şubata 1993 li teqîna mexzen û komgeha Komeleya Heyva Sora Iraqî ya li bajarê Silêmaniyê de ku bi destê Asayîşa Kerkukê ya ser bi Partiya Be'es ve hatibû encam dan, li wir hatiye şehîd kirin û li goristana Şêx Ewla yê bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.


Xebatname

Mistefa Kerîm Xefur di sala 1939 peywendiyê bi rêzên Komeleya Birayetiyê re kiriye û di sala 1941 an de piledarê artêşa Lîvî ya Brîtanya ya li girava Qibrisê bûye. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye û li sala 1950 û li yekemîn Konferansa Bexdayê da bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd û di sala 1951 an de birêvebirê çapxaneya nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Paşê ji partiyê derketiye û amade nebûye biryar û raspardeyên partiyê bi cîh bike û ew amêrên çapê yên ku li cem bûye vegerîne partiyê.

 

Piştî derketina ji nav rêzên partiyê, dest bi eşkere kirina nihêniyên partiyê kiriye. Di sala 1953 an de di dema sazkirina kongreya sêyem da ji aliyê lîjneya birêvebirina kongreyê ve daxwaz lê hatiye kirin beşdariya kongreyê bike, lê belê beşdar nebûye û bi Salih Ruşdî re rêxistineke nû ya bi ‌navê Partiya Dêmokrata Kurdên Iraqê damezrand ku li nîvê duyema sala 1952 hate hilweşandin û zêdetirê endamên wê  hatin nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurd de.

 

Li 14 ê Şubata 1993 li teqîna mexzen û komgeha Komeleya Heyva Sora Iraqî ya li bajarê Silêmaniyê de ku bi destê Asayîşa Kerkûkê ya ser bi Partiya Be'es ve hatibû encam dan, li wir hatiye şehîd kirin û li goristana Şêx Ewla ya bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Îngilîzî bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (Program û peyrewa navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, (Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê 2005).

4- Abdulxalid Sabir (Mamosta Xalid), Şecereya Malbatên Dêrînên Silêmanî ya li navbera salên 1784 - 1914, Çapa duyem, (Beyrût ـ Çapxaneya Green Glory 2010).

5- Abdulla Agirîn, Emîd Ebdulrehîm Wefîye, Kovara Silêmaniyê, hejmara 129, xula sêyem, Silêmanî, Çapxaneya Dilêr, Adara 2012.

6- Îzedîn Mistefa Resul, Beşek ji bîranên min (Yadaştekanim) bergê yekem, (Silêmanî ـ Dezgeha Çap û weşanên Serdem ـ Çapxaneya Dezgeha Hemdî 2006).

7- Kerîm Zend, Xerman ـ Şara, (Silêmanî ـ Çapxaneya Ezmer 2003).

8- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd 1931 - 1958, bergê yekem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Wezareta Perwerde 2004).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir