Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.


Mistefa Husên Mihemed Bapîr, bi navê (Mistefa Amêdî û Mudîr), hatiye nas kirin. Di sala 1939 li qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û bûye Pêşmerge. Her li heman salê da beşdariya şerê Geliyê Zawîte ya li navçeya Dihok û Deşta Dûban li navçeya Zaxo de kiriye. Li heman demê de fêrî kar kirina bi xwendina tîpên Morsê hatiye kirin û bûye berpirsê Bêtelê. Piştî pêkanîna hêzên Behdînan, Mistefa Amêdî erkê serpereştî kirina amêrên Bêtelên wê hêza Leşkerî ya Behdînanê wergirtiye û bi Esed Xoşewî re bû, heta sala 1975 li erkê xwe de berdewam bû.

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê diçe Rojhilatê Kurdistanê û li wargeha Zêwe nîştecîh dibe. Berî nehiştina wê wargehê ji aliyê Hikûmeta Îranê ve, Mistefa Amêdî ji bo bajarê Siminan tê veguhestin. Di sala 1979 piştî rûxandina rejîma Şahê Îranê û hatina rejîma komara Îslamî li ser desthilatê, vedigerê bajarê Urmiyê û malbata xwe li wir nîştecîh kiriye. Ew bi xwe çûye wargeha Zêwe û erkê peywendiya mekteba siyasî bi Leq û hêzên Pêşmerge re li rêya amêrên Bêtelan birêvebiriye. Sê xulên perwerdehiyê ji bo kadîrên beşê Bêtel vekiriye û hejmarek kadîran fêrî bikaranîna amêrê Bêtel û kar kirina bi tîpên Morsê re kiriye.

 

Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê, bi Mekteba Serok Mesûd Barzanî re vegeriya ye Pîrmam û li wir berdewamiyê bi xebata xwe daye. Her li heman salê da ji aliyê Mekteba Siyasî ve bûye endamê Lîjneya Birêvebirina Karubarên Peywendiyên Bêtelê.

 

Li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.

Mistefa Amêdî li 3 ê Nîsana 2023 li temenê 84 saliyê da koça dawî kiriye.

 

 


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir