A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Omid Sabah Osman

Omîd Sebah Osman di sala 1980ê de li Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê qedandiye, lîsansa qanûnê li zanîngeha Kerkûkê, masterê di beşa yasaya taybet li zanîngeha Selahedîn û diktora yasaya taybet li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Bêstane û Deşta Hewlêrê 1965

Ev dastan li deşta Hewlêrê di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge de qewimî di dawiya payîza sala 1965an de. Artêşa Iraqê êrîşî ser binkeh û baregehên pêşmergeyan kir da ku metirsiyên pêşmergeyan li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê û daketina komên pêşmergeyan bo nav bajar û bajarokan kêm bike....

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Makok 1974

Hikûmeta Iraqê ku di sala 1974’an de biryara destpêkirina şerê li dijî şoreşa Kurd dabû, bi amadekariyên leşkerî yên xurt dest bi êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê kir, êrîşan bi piştgiriya tank, top, maşînên zirxî û hêzên asmanî bi şev û roj dewam kirin...

Agahiyên bêtir

Dastana Bamernê Gulana 1987

Dastan di Gulana 1987’an de li navçeya Bamernê ya devera Behdînan rû da, dema ku Pêşmerge êrîşek mezin li ser baregehên artêşa Iraqê li wê deverê pêk anî, hêzên Pêşmerge di wê Dastanê de ew baregeh bi dest xist û ziyanên mezin gihandin wan ji kuştin û dîl girtina leşkerên Iraqê û dest danîn ser gelek çek û cebilxane.

Agahiyên bêtir

Silêman Ebdulla Mistefa

Silêman Ebdulla Mistefa, di sala 1961ê de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974an de di şerekî giran de li bajarokê Ruwandizê bi gulleya rejîma Beis şehîd dibe.

Agahiyên bêtir

Seîd Ehmed Hesen

Seîd Ehmed Hesen, di sala 1970 de tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974’an de li gundê Dirgele di encama topbarana rejîma Iraqê de şehîd bû.

Agahiyên bêtir

Resûl Ehmed Resûl Elî

Resûl Ehmed Resûl Elî, di sala 1962an de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û bû pêşmerge, di sala 1974’an de li Qesrê di encama bombebarana balefirên rejîma Iraqê de şehîd bû.

Agahiyên bêtir