Şewket Şêx Yezdîn

Şewket Şêx Yezdîn Mihemed Nebî yê siyasetmedar, di sala 1993 li kongreya yanzdehem de bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de endamê lîjneya anîna termê Serok Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê bûye...


Şewket Şêx Yezdîn Mihemed Nebî yê siyasetmedar, di sala 1993 li kongreya yanzdehem de bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de endamê lîjneya anîna termê Serok Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê bûye. Di 26 ê Eylûla 1996 an li kabîneya sêyem de bûye Wezîrê Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Li 1 ê temmûza 1998 an de bi Wezîrê Pîşesazî û Uze (Ernerjî) bi wekalet hatiye destnîşan kirin. Di sala 1999 an de li kongreya diwanzdehem de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 20 ê kanûna yekema 1999 li kabîneya çarem bi Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîran ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin.

 

Jiyanname

Şewket Şêx Yezdîn Mihemed Nebî, di sala 1954 li bajarê Taşqend ya paytexta Komara Ozbekîstanê ji dayik bûye. Şêx Yezdîn Mihemed Nebî (1925 - 1999) yê bavê wî, di sala 1947 an de yek ji hevalên Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ya li rêya dîrokiya ber bi Yekîtiya Sovyetê da bûye. Dayika wî ji neteweya Tatarî nîvgirava Kirîme ya ser derya ya Reşe û li cengê cîhanî duyem de ber pelên koçberiya Joseph Stalin ketine û ew ji bo Asya ya Navîn hatine dûr xistin. Li 16 ê Nîsana 1959 an de bi keştiya Groziya gihîştiye bendera Basra ya li Başûrê Iraqê. Li 18 ê Nîsana 1959 an de li havîngeha Pîrmam ya li parêzgeha Hewlêrê nîştecîh bûne. Di salên (1961 - 1963) ji ber ku bavê wî Pêşmerge bû û li heman demê de jî hevkariya darayî ya malbata xwe kiriye li gel karê xwendinê li bajarê Hewlêrê da, li 12 ê hezîrana 1963 heta 19 ê Eylûla 1963 ligel nozdeh malbatên Barzanî re bajarê Hewlêrê ji aliyê (Al heres Al qewmî) ve hatine bend kirin. Di sala 1968 an de qonaxa navendî temam kiriye. Di sala 1969 an de ligel malbata xwe çûne navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê ya li devera Pişder ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ku bavê wî li wir Pêşmerge bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûne şahnişîna Îranê û li wargeha Rebet ya li Rojhilatê Kurdistanê nîştecîh bûne. Di sala 1991 an de piştî serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Li karesata 1 ê şubata 2004 an de li baregeha lîjneya leqa du ya Hewlêrê li kirdareke xwekujî ya grupa terorîstî ya El Qaîdeyê da şehîd bûye. Şarezayê zimanê Kurdî, Tirkî, Farisî û Erebî bûye.

 

Xebatname

Şewket Şêx Yezdîn Mihemed Nebî di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û yek li topxaneyên hêza Kawe de wekî fermande xizmetê kiriye û ligel yekîneya xwe beşdariya topbaran kirina van xalên artêşa Iraqê de kiriye : Li 14 heta 27 ê tişrîna duyema 1974 an de waregeha Jarawe, wargeha Sengeser, wargeha Hîzob, wargeha Dukan, wargeha Tuwe Sûran, wargeha Ranye bersîvdana êrîşên artêşa Iraqê ya li ser çiyayê Asos, Kêwereş, Binkeya Topxane li Kaniye Şînke, Dola Şehîdan ya li tixûbê parêzgeha Silêmanî, wargeha Kilkekolîn, wargeha Banenok‌, wargeha Herîr, wargeha Batas, wargeha Sîsawe, wargeha Mame Celke, çeperên çiyayê Sefîn, çeperên çiyayê Şekrok ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, sengerên ser Kêwereş, çiyayê Asos, wargeha Qeladizê. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li şahnişîna Îranê û li wargeha Rebet ya li şahnişîna Îranê nîştecîh bûye. Di sala 1975 an de wekî xwebexş li lîjneya serpereştiya penaberan de kar kiriye. Di sala 1979 an de nûnerê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li wargeha Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Li meha tişrîna duyema sala 1979 an de berpirsê pênûsê ya mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1980 an de mala wî vedigerê wargeha Zêwe ya penaberên Başûrê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta xebat û Kurdayetiyê û dibe Pêşmerge. Di sala 1980 an de bûye berpirsê dabîn kirina xorek, teqemenî û derman û pêdiviyên hêzên Pêşmerge li Behdînan. Di sala 1980 an de endamê beşê pênûsê bûye li mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1980 an de li beşa ragihandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de xizmetê kiriye. Li 16 ê temmûza 1985 an de bi endamê beşa darayî û endambeş li beşa peywendiyan hatiye destnîşan kirin. Di sala 1986 an de berpirsê beşa peywendiyên navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li destpêka meha şubata sala 1988 an de endamê lîjneya dabeş kirina muçeyên Pêşmerge bûye. Di sala 1988 an de birêveberê kargêriya henarde kirina kelupel û amûran ya ji bo Pêşmergeyên destana Xwakurk de bûye‌.

 

Di sala 1989 an de nûnerê kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Hîşmawe ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Li 13 ê kanûna duyema 1990 an de bi endamê lîjneya peywendiyên Îran û endamê lîjneya darayî û berpirsê tomar û xercî ya serkirdayetiyê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreya yanzdehe‌m de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Di sala 1993 endamê lîjneya anîna termê Serok Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê bûye. Di sala 1993 bi berpirsê duyema mekteba navendî ya darayî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye destnîşan kirin. Li 1 ê temmûza 1998 bi Wezîrê Pîşesazî û Uze (Enerjî) bi wekalet hatiye destnîşan kirin. Li 29 ê hezîrana 1999 bi berpirsê lîjneya leqa yek ya Dihokê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye destnîşan kirin. Li tişrîna yekema sala 1999 ji aliyê nûnerên kongreya diwazdehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 20 ê kanûna yekema 1999 an de li Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) de sonda yasayî xwar û bi Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîran li kabîneya çarem de hate destnîşan kirin. Li roja sêşema 7 ê tebaxa 2001 wekî Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîran li beramber  Serokê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê sonda yasayî xwariye.

 

Berhemên wî:

1 - Ji Mehabada xwînavî ve heta aliyê dinê çemê Aras 1999. Werger, sê berhemên zimanê Farisî bi navnîşana (Ez Mehabad xunîn ta kiranehay Aras xunîn) li nivîsîna Necefqulî Pisyan. (Qiyam Afsaran Xorasan) li nivîsîna Ebuhesen Tefrîşyan û (....) li nivîsîna Murteza Zerbext.

2 - Xêl û tayifeyên eşayirî ya Kurdên Îranê 1995. werger.

3 - Barzanî xwe bi dest kesek ve nade 1997. Werger.

4 - Salvegera 50 saliya zêrînê Pêşmerge (Albûm) 1996.

5- Ji Kurdistana Iraqê heta rûbara Aras 1996. Werger.


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2 - Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Serok, biryar, hejmara 14.50 tişrîna duyema 2002 rûpela l.

3 -  Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Serok, hejmara 13.10 kanuna duyema 1990 rûpela 3,6,11. 

4 -  Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Mekteba Siyasî, biryar, hejmara 10.120 şubata 1988 rûpela 1.

5 - Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Mekteba Siyasî, ji bo hemû beşên M.S. ya têkoşer, hejmara 18.6775 temuza 1986 rûpela 1.


Gotarên Têkildar

Xalîd Ehmed Feqê Ekber

Xalîd Ehmed Feqê Ekber, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1964 an de li encama êrîşa taqima Îbrahîm Ehmed ya li ser sengerên Pêşmerge de fîşek li ber serê wî ketiye û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Yedula Feylî

Ebd Kerîm Murad Fethula, bi navên (Yedula Ebdulkerîm, Yedula Feylî, Kake Yedî, Zal), hatiye nas kirin, siyasetmedar, sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Seyid Ezîz Şemzînî

Ezîz Ebdula Ebdulqadir Ubeydula, bi navê (Seyîd Ezîz Şemzînî), hatiye nas kirin, efser û siyasetmedar, di sala 1959 an de li kongreya çarem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê hatiye hilbijartin, di sala 1960 an de li kongreya pêncem‌ de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin....

Agahiyên bêtir

Şêx Letîfê Hefîd

Letîf Mehmud Seîd Mihemed, bi navê (Şêx Letîfê Hefîd), hatiye nas kirin, nivîskar û siyasetmedar di sala 1946 an de ji aliyê nûnerên kongreya yekem ku bi kongreya damezrandin û yekgirtina yekem tê bi nav kirin bi Cîgirê Yekemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd hate hilbijartin. Eve jî bi cîh kirina beşek ji raspardeyên General Mistefa Barzanî wekî damezrêner û Serokê partiya wî ya nû bûye...

Agahiyên bêtir

Şêx Îsmaîl Mela Ezîz

Siyasetmedar, Îsmaîl Ezîz Mistefa Ebdula bi navên Şêx Îsmaîl Mela Ezîz, Şêx Îsmaîl Safî, Şêx Îsmaîl Hîranî, Îsmaîl Mela Ezîz Hîranî, Tarîq hatiye nas kirin. Di sala 1963 an de nûnerê kongreya giştî ya li bajaroka Koye ‌(Yekemê Gel) ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1964 an de dijî bi bala mekteba siyasî rawestaye....

Agahiyên bêtir