Nurî Heme Elî

Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Nurî Elî Mihemed Rehman, bi navên (Nurî Heme Elî û Umêd), hatiye nas kirin. Li kongreya yanzdehem 1993 an de bi endamê yedegê komîteya navendî û li kongreya diwazdehem 1999 de bi endamê komîteya navendî û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...


Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Nurî Elî Mihemed Rehman, bi navên (Nurî Heme Elî û Umêd), hatiye nas kirin. Li kongreya yanzdehem 1993 an de bi endamê yedegê komîteya navendî û li kongreya diwazdehem 1999 de bi endamê komîteya navendî û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2013 an de bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) û piştî salekê ji endametiyê dest kêşaye û hilgirê madalya Barzanî ye.

 

Jiyanname

Nurî Heme Elî di sala 1956 an de li bajarê Helebçeyê ji dayik bûye. Derçûyê qonaxa navendî ye, di sala 2013 an de bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê û piştî salekê ji endametiyê dest vekêşaye. Şarezayê zimanên Kurdî û Farisî ye.

 

Xebatname

Nurî Heme Elî li kongreya yazdehe‌m 1993 an de bi endamê yedegê komîteya navendî û li kongreya diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. 

 

Di dema kar kirina li nava rêzên sazî û damezrênerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de çendîn erk û berpirsiyariyan wergirtiye. Weku Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa Çar 1993, kargêrê lîjneya leqa sê ya Kerkukê 1994, berpirsê mekteba serbazî ya Kerkuk – Silêmaniyê 1994, berpirsê lîjneya leqa sê ya Kerkûkê 1994, Cîgirê serpereştyarê hêza meydanî 1996, berpirsê lîjneya leqa diwazdeh a Helebçeyê 1998, berpirsê lîjneya leqa nozdeh a Çemçemal 2005, Cîgirê berpirsê Dezgeha Çavdêrî û Pişkinînan 2010 û hwd...

 

Di sala 2013 an de bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê û piştî salekê ji endametiyê dest vekêşaye.

 

Di sala 2014 an de li eniya Xazir ya li tixûbê parêzgeha Dihok - Hewlêrê beşdariya rûbirûbûna Da'îşê bûye û di sala 2018 an de bi berpirsê mîhwerê Rojavayê Kerkûkê hatiye destnîşan kirin. Heman salê ji ber xebat û berxwedana wî ya li Şoreşa Gulanê, qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û serdema serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye.


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir