Siyasetmedar Necmedîn Seîd Elî, bi navê Necmedîn Yusifî hatiye nas kirin. Di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1964 an de bi biryara encûmena serkirdayetiya şoreşa Kurdistanê bûye qaymeqamê Amêdiyê. Di sala 1966 an de endamê lîjneya çavdêrî û dûvdaçûnê li kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1975 an de koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1979 an û li kongreya nehem da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Necmedîn Seîd di sala 1941 an de li Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 an de dîplomê ji peymangeha çandiniya Ebu Xerîb ya bajarê Bexdayê wergirtiye. Di sala 1964 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb Al tenfîzî) ya encûmena serkirdayetiya şoreşê ya li Kurdistana Iraqê ve bi qaymeqamê Amêdiyê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1975 an de koçberî dewleta Îranê bûye. Di sala 2000 an de berpirsê Komeleya Akincî kirina malbatên şehîdan li Dihokê bûye. Di salên (2014 - 2017) li şerê dijî Da'îş de bi komkirina hevkariyan ji bo Pêşmerge û koçberan kar kiriye. Li 12 ê Şubata 2018 an de koça dawî kiriye û li bajarê Dihokê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.
Xebatname
Necmedîn Seîd di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1962 an de bi kadîr li navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê hatiye damezrandin û di sala 1963 an de bûye endamê navçe li lîjneya navçeya Amêdî û di sala 1964 an de bûye kargêrê lîjneya navçeya Amêdî ya ser bi lîjneya leqa yek. Di sala 1964 an de endamê lîjneya amadekar û nûnerê kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di heman salê de bûye endamê lîjneya leqa yek û berpirsê lîjneya navçeya Amêdiyê.
Di salên (1968 - 1969) xwendekarê xula yekemê fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di salên (1970 - 1975) kargêrê leqa yek bûye.
Di sala 1979 an de bûye endamê lîjneya xwe rêkxistina serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di heman salê de bûye endamê lîjneya amadekarê kongreya nehem û li wê kongreyê da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û erkê serpereştiya karubarê koçberên wargeha Zêwe û berpirsê pasewanên baregeha mekteba siyasî pê hatiye spartin.
Di sala 1981 an de pertûkek bi zimanê Erebî û bi navnîşana (Sewre Eylul Al Mucîde) nivîsiye. Di sala 1985 an de bûye berpirsê lîjneya leqa yek. Di sala 1991 an de endamê lîjneya serpereştiya hêzên Pêşmerge ya azad kirina bajarê Dihokê bûye. Di sala 1992 berbijêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo hilbijartina xula yekema Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) bûye.
Di sala 1996 ji ber xizmeta wî ya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de, li salvegera 50 saliya damezrandina (Yobela Zêrîn) Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.
Di destpêka sala 1999 bi endamê lîjneya amadekarê kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û paşê bi endamê lîjneya serpereştiya kongreya diwazdehemê Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin û di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Berhemên wî:
1- Sewre Eylul Al mucîde
Çavkanî:
1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2- Arnuld Wîlson, Al Sewre Al Iraqiye, tercume we te'lîq Ce'fer Al Xeyat, (Beyrut ـ Matbaa Dar Al Kutub 1971 ).
3- Cemal Mortke, çiya xwe dinivîse, (Hewlêr ـ Çapxaneya Hêvî 2012).
4- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2014).
5- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî muhatat Reîsiye)1946 - 1993 (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).
6- Rceb Cemîl Hebîb, Amêdî (Al Amadiye) 1921 - 1975 Dirasa fî al tarîx al siyasî, (Dihok ـ Mudîriye al tabaa û al neşir fî Dihok ـ Matbaa Hawar 2012).
7- Şêx Mûsê Wermêlî, Şoreşa Eylulê li devera Amêdiyê, (Dihok ـ çapxana Zana 2005).
8- Elî Sincarî, Al qeziye al Kurdiye wel hizb al ba'as al arabî al Iştirakî fî al Iraq, al cuz al salese, (Dihok ـ matbaa Xanî 2012).
9- Karwan Mihemed Sîno Tovî, Necmedîn Yusifî Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 5692 Hewlêr, sêşema 12 ê Şubata 2019.
10- Karwan Mihemed Sîno Tovî, Necmedîn Yusifî çû ber dilovaniya xwedê, rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 5453 Hewlêr, çarşema, 14 ê şubata 2018.