Şewket Bamernî

Şewket Ye'qub Bazîd, bi navê (Doktor Şewket Bamernî) hatiye nas kirin. Veterîner û siyasetmedar di sala 1989 an de li kongreya dehem bi endamê yedegê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Di sala 2003 an de berpirsê lîjneya leqa 14 ya Musil bûye. Di sala 2009 an de bi fermaneke komarî bi Balyoz li Wezareta Derveyê Iraqê de hatiye damezrandin. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye...


Şewket Ye'qub Bazîd, bi navê (Doktor Şewket Bamernî) hatiye nas kirin. Veterîner û siyasetmedar di sala 1989 an de li kongreya dehem bi endamê yedegê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Di sala 2003 an de berpirsê lîjneya leqa 14 ya Musil bûye. Di sala 2009 an de bi fermaneke komarî bi Balyoz li Wezareta Derveyê Iraqê de hatiye damezrandin. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem‌ de madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye‌.

 

Jiyanname

Şewket Ye'qub Bazîd di sala 1947 an de li bajaroka Bamernê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1963 an de xwendekarê qonaxa amadeyî yê bûye li xwendingeha piştî navendî ya Dihokê. Bi tometa endametiya li Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de li dadgeha serbazî ya herdemî ya Musilê de bi sal û nîvek hatiye bend kirin siza dan. Di sala 1965 an de li kolêja çandiniya zanîngeha Musilê de hatiye wergirtin. Di sala 1971 an de endamê lîjneya koleja çandiniya zanîngeha Musilê ya ser bi leqa Nînowa ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Di sala 1972 an de bekaloryosê li pizîşkiya veterîneriyê li zanîngeha Bexda bi dest ve aniye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Farisî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Di sala 1962 an de li qonaxa amadeyî ya li xwendingeha piştî navendî ya Dihokê de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye. Şewket Ye'qub Bazîd di sala 1970 an de endamê lîjneya navçeya Musil ya ser bi lîjneya leqa yek bûye. Li rêkefta 7 ê temmûza 1972 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1973 an de berpirsê fermangeha veterînerî ya Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Şahnişînê Îranê bûye. Di sala 1975 an de berpirsê wargeha penaberên Rebet ya li Îranê bûye. Di sala 1975 an de li binkeya veterînerî ya Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê de kar kiriye. Di sala 1975 an de li wargeha penaberan de wekî wanebêjê xwebexş û serpereştiya taqîkirinên xwendingehan navendî ya Zimnako û xwendingeha piştî navendî‌ ya Zimnako ya li wargeha Zêwe ya penaberên Başûrê Kurdistanê de kar kiriye û serpereştiya li çap kirina belgenameyên derçûnê de kiriye.‌ Li dawî ya sala 1975 an de ji bo bajarê Qezwînê li naverasta Îranê hatiye veguhestin û li binkeya veterînerî ya vî bajarî bi awayeke demkî hatiye damezrandin û paşê li Kişt û Pîşesaziya (Birayên Caf) de hatiye damezrandin.

 

Di sala 1979 an de bûye endamê leq li lîjneya leqa heşt ya li Tehranê. Di sala 1986 an de endamê konferansa piştevanî ya gelê Iraqê ya li bajarê Tehran a paytexta komara Îslamiya Îranê bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Li rêkefta 13 ê kanûna duyema 1990 an bi endamê lîjneya peywendiyên Îranê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1991 an de berpirsê mekteba ragihandinê bûye. Di sala 1993 an de nûnerê kongreya yazdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî li bajarê Hewlêrê bûye. Li roja sêşema 12 ê tişrîna yekema 1994 an de bi Serok Mesûd Barzanî re serdana Mihemed Ekber Haşimî Refsencanî Serokkomarê Îslamiya Îranê kiriye. Di sala 1999 an de nûnerê tixûbê lîjneya leqa yek ya Dihokê bûye li kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li 31 ê Eylûla 2003 berpirsê lîjneya leqa 14 ê Musilê bûye. Li sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Li roja 15 ê kanûna yekema 2010 an de ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye.


 


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Ehmed Feqê Ekber

Xalîd Ehmed Feqê Ekber, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1964 an de li encama êrîşa taqima Îbrahîm Ehmed ya li ser sengerên Pêşmerge de fîşek li ber serê wî ketiye û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Yedula Feylî

Ebd Kerîm Murad Fethula, bi navên (Yedula Ebdulkerîm, Yedula Feylî, Kake Yedî, Zal), hatiye nas kirin, siyasetmedar, sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Seyid Ezîz Şemzînî

Ezîz Ebdula Ebdulqadir Ubeydula, bi navê (Seyîd Ezîz Şemzînî), hatiye nas kirin, efser û siyasetmedar, di sala 1959 an de li kongreya çarem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê hatiye hilbijartin, di sala 1960 an de li kongreya pêncem‌ de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin....

Agahiyên bêtir

Şêx Letîfê Hefîd

Letîf Mehmud Seîd Mihemed, bi navê (Şêx Letîfê Hefîd), hatiye nas kirin, nivîskar û siyasetmedar di sala 1946 an de ji aliyê nûnerên kongreya yekem ku bi kongreya damezrandin û yekgirtina yekem tê bi nav kirin bi Cîgirê Yekemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd hate hilbijartin. Eve jî bi cîh kirina beşek ji raspardeyên General Mistefa Barzanî wekî damezrêner û Serokê partiya wî ya nû bûye...

Agahiyên bêtir

Şêx Îsmaîl Mela Ezîz

Siyasetmedar, Îsmaîl Ezîz Mistefa Ebdula bi navên Şêx Îsmaîl Mela Ezîz, Şêx Îsmaîl Safî, Şêx Îsmaîl Hîranî, Îsmaîl Mela Ezîz Hîranî, Tarîq hatiye nas kirin. Di sala 1963 an de nûnerê kongreya giştî ya li bajaroka Koye ‌(Yekemê Gel) ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1964 an de dijî bi bala mekteba siyasî rawestaye....

Agahiyên bêtir