Jiyanname
Dr Cercîs Hesen Ebdula, bi navê (Dr Cercîs), hatiye nas kirin û li sala 1944 an de li gundê Xenis ya ser bi qezaya Şêxan ya li parêzgeha Mûsilê ji dayik bûye. Her li wir qonaxa seretayî û navendî û amadehiyê xwendiye. Di sala 1967 an de li kolêja Edebiyat ya Zanîngeha Musilê hatiye wergirtin. Di sala 1971 an de bi mebesta xwendinê çûye Yekîtiya Sovyetê û dev ji endametiya Sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê berdaye. Paşê çûye komara Awusturya û li sala 1979 an de vegeriya ye Rojhilatê Kurdistanê. Di sala ( 1996 - 1999 ) Wezîrê Perwerdeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 2024 an de ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Rusî, Almanî û Farisî bûye.
Xebatname
Di sala 1967 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye. Li rêkeft 15 ê temuza 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi Cîgirê Serokê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê di (kongreya şeşem) de hatiye hilbijartin. Di sala 1971 an de endamê lîjneya navçeya Musil ya Leqa Nînowa ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di (kongreya nehem) de hatiye hilbijartin. Di salên ( 1980 - 1985 ) an de berpirsê lîjneya Leqa Yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1980 an de bi hevbeşî di gel hêzên Partiya Komunistên Iraqê da fermandeyê şerê Bêgofa ya li tixûbê parêzgeha Dihokê kiriye. Li rêkefta 16 ê temuza 1985 an bi endamê beşa rêkxistin û endamê beşa peywendiyan hatiye destnîşan kirin. Di sala 1983 an de ji aliyê endamên komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1985 an de li xebatkarê diwanzdehem bi berpirsê lîjneya leqa yek hatiye destnîşan kirin. Li dawî ya sala 1985 an de li xula heştem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ya li gundê Rajan ya li Rojhilatê Kurdistanê mamostayê "Dîroka Tevgera Azadîxwaziya Kurd ya li sedsala bîstem" bûye.
Di sala 1986 an de endamê lîjneya pişkinîna navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1988 an de wekî serkirdeyek beşdariyê li destana Xwakurk ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ya li dijî bi pela hêza bejayî ya artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di kongreya dehem de hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Li rêkefta 13 ê kanuna duwema 1990 an de bi berpirsê lîjneya darayî hatiye destnîşan kirin. Di destpêka sala 1992 an de li xebatkarê bîst û pêncem ya lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi lîjneya serpereştyarê leqê hatiye destnîşan kirin. Li rêkefta 19 ê Adarê de beşdariya civîna Bereya Kurdistanî bi mebesta diyar kirina dema hilbijartinên Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) û rewşa aborî û asayîşa Başûrê Kurdistanê de kiriye.
Di destpêka sala 1992 an de bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya civîna Bereya Kurdistanî ya bi mebesta damezrandina lîjneya bilinda serpereştiya hilbijartinên Encumena Niştimaniya Kurdistanê de kiriye. Li nava sala 1992 an de berbijêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Lîsta Zer) ya ji bo Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Li roja çarşema 11 ê Tebaxa 1993 li rojnameya Xebat organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê da gotaran belav kiriye. Di sala 1993 an de xwediyê îmtiyaza kovara Alternatîv bûye. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî di kongreya yanzdehem de hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1994 an de xwediyê îmtiyaza kovara Kadîr ya (xula duyem) de bûye ku kovareke teorî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî bûye. Li 4 ê Gulana 1994 an de li civîna hevbeşa Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê da wajoyê li ser agirbest û asayî kirina rewşa Başûrê Kurdistanê de kiriye. Roja çarşema 9 ê tişrîna duyema 1994 an de li baregeha Sekreteriyeta parêzer Celal Husamedîn Nuredîn ( 1933 - 2017 ) nas kirî bi Celal Talebanî li bajarê Hewlêrê amadeyê civîna hevbeş ya mekteba siyasiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûye ku bi mebesta nehiştina aloziyên di navbera her du partiyan de bûye.
Li 8 ê şubata 1996 bi mebesta beşdarî kirina li hevdehemîn salvegera serkeftina şoreşa Îslamiya Îranê bi Serokayetiya şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî serdana bajarê Tehranê kiriye. Li 27 ê Gulana 1996 an de di gel endazyar Mihemed Mehmud Ebdulrehman ( 1933 - 2004 ) nas kirî bi Samî Ebdulrehman li bajaroka Pîrmam ya ser bi parêzgeha Hewlêrê pêşwaziya şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de kiriye. Di roja înî ya 8 ê kanuna duyema 1999 an de li Pîrmamê bi Serok Mesûd Barzanî re pêşwaziya Celal Talebanî û şanda pê re kiriye. Di sala 1999 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di kongreya yanzdehem de hatiye hilbijartin. Di sala 2000 an de bûye Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya (xula çarem). Di sala 2005 an de bi endamê desteya navendî ya pişkinîn û çavdêrî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye.
Berhemên wî:
1 - Tirkiye fî al astratejiye al Amerikiye ba'ad siqut al şah 1990.
2 - Kurdistan al Iraq al muletehab 1984 - werger.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Aso Kerîm - Bîranîna Pêşmergeyek û çend têbîniyek - Beşa duyem - Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - jimare 1655, Hewlêr - pêncşem 27 ê Gulana 1993 - rûpel 6.
3 - Aso Kerîm - Êzgey (Radyoya) Dengê Kurdistanê û çend têbîniyek, beşa duyem - rojnameya Birayetî organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - jimare 1656 Hewlêr - înî ya 28 ê Gulana 1993 - rûpel 6.
4 - Aştî, westeqbel wefda alya min al hizb al şîwî al Kurdistanî - mucela Gulan al Arabî - muesese Gulan lil saqafa wal a'lam - al a'dad 61, al sana al sadisa Erbîl 30 hezîran 2001- sahife 6.
5 - Awdêr Şêx Omer, vegerana koçberan berdewam bê - Rojnameya Kurdistanî Niwê - organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê - jimare 2494, sala dehem - Silêmanî, dûşema 2 ê temuza 2001 - rûpel 1.
6 - Awdêr Şêx Omer - Lîjneya bilinda peywendiya di navbera Y.N.K. û P.D.K li Selahedînê civiyan - Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê - jimare 2440, sala dehem - Silêmanî, dûşema 30 ê nîsana 2001 - rûpel 1.
7 - Awdêr Şêx Omer - Lîjneya bilinda aştiyê civiya - Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê - jimare 2506 - sala dehem, Silêmanî, dûşema 16 ê temuza 2001 - rûpel 1.
8 - Awdêr Şêx Omer - her du şandên mekteba siyasî YNK û PDK civiyan - Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê - jimare 2521 - sala dehem, Silêmanî, pêncşema 2 ê Tebaxa 2001 - rûpel 1.
9 - Awdêr Şêx Omer - her du şandên mekteba siyasî YNK û PDK civiyan - Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê - jimare 2512, sala dehem, Silêmanî, dûşema 23 ê temuza 2001 - rûpel 1.
10 - Awdêr Şêx Omer - Şanda mekteba siyasî Yekîtî û Partî civiyan - Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê - jimare 2620, sala dehem, Silêmanî, dûşema 26 ê tişrîna duyema 2001 - rûpel 1.
11 - Awdêr Şêx Omer - Şanda her du mektebên siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê civiyan - Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2609, sala dehem, Silêmanî, sêşema 13 ê tişrîna duyema 2001 - rûpel 1.
12 - Ehmed Şerîf Lek - Şîroveya rûdanên dîrokî - bergê duyem, ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2019 ) - rûpel 102.
13 - Esed Edo - Berdewam bûn yan serhildana şoreşê - Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 1251, Hewlêr, şemî ya 22 ê Gulana 1993 - rûpel 3.
14 - Îsmaîl Tenya - Partiya Sosyalîsta Kurdistanê hilkişan û dakişan û berbelavbûn - ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2019 ) - rûpel 26.
14 - Arnuld Wîlsin - al sewre al Iraqiye - tercume wet'lîq ce'far al xeyat ( Beyrut ـ matba'a dar al kitab - 1971 ) - sahife 197 - 199.
15 - Asdart Cedîde - cerîde sedî Kurdistan - Al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq / mekteb Lubnan, al a'dad 33, awast ab 1990 - sahife 11.
16 - Intixab a'za al lecne al merkeziye lil hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq, mucele Gulan al Arabî, muesese Gulan lil saqafa wal a'lam- al a'dad 41, al sana al rab'a, Erbîl 31 tişrîn al awal 1999 - sahife 15.
17 - Intixab licne merkeziye cedîde molefe min 31 u'zwa wa ٩ a'za ahtiyat - cerîda Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî, al a'dad 946, Erbîl, al cum'a 15 tişrîn al awal 1999 - sahife 15.
18 - Birêz Wezîrê Perwerde di gel şandeke sekreteriyeta Yekîtiya me civiya - Rojnameya Zeng, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, jimare 4 xula duyem, Hewlêr - çapxaneya Zanîngeha Selahedînê, yekşema 7 ê tişrîna duyema 1998 - rûpel 1.
18 - Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Serok, jimare 13 - 10 ê kanuna duyema 1990 - rûpel 6.
19 - Partiya Dêmokrata Kurdistanê, mekteba siyasî, biryar, jimare 1075 - 14 ê tişrîna duyema 1986 - rûpel 1.
20 - Partiya Dêmokrata Kurdistanê, mekteba siyasî, ji bo hemû beşên M.S ya têkoşer, jimare 6775 - 18 ê temuza 1985 - rûpel 1.
21 - Cercîs Hesen, astrateciye al amin al qewmî wal hereke al tehririye al Kurdiye - cerîde Xebat, lisan hal al hizb al dîmeqratî al Kurdistanî, al a'dad 687, al arba, 11 ab 1993 - sahife 5.
22 - Hebîb Mihemed Kerîm - tarîx al hizb al dîmoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat rîesiye) 1946 - 1993, ( Dihok ـ matba'a Xebat 1998) - sahife 159 - 174 - 182.
23 - Husên Osman Keleş (Babê kovan), Pêşmergeyek jiyan û bîrhatin (1961 - 1991), ( Dihok ـ çapxaneya Xanî 2015) - rûpel 73 - 128.
24 - Heme Salih Ferhadî - rûpelek ji dîroka Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê - rojnameya Pêşkewtin, organa Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Demokratên Kurdistanê, jimare 27, destpêka temuza 1992 - rûpel 2.
25 - Daxwazek ji birêveberiya giştî ya ragihandinê, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2019, dûşema 15 ê Tebaxa 1994 - rûpel 4.
26 - Dîroka xulên kadîrên Partî, ji çiya heta bajar, ( Hewlêr ـ Navenda Lêkolîn û Nirxandin û Akademiya Partî ـ çapxaneya Rojhilat 2019) - rûpel 68.
27- Sasan Ewnî - Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê çend aliyeke têkoşîn û dîrokê, ( Hewlêr ـ mekteba sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 1998) - rûpel 32.
28 - Silêman Mistefa Hesen - Kurd û yekem ezmun, (Hewlêr ـ çapxaneya Karo 2017) - rûpel 28 - 31 - 69 - 74 - 75 - 102 - 270.
29 - Serok Barzanî pêşwaziya birêz Talebanî kir - Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2753, Hewlêr, şemî 9 ê kanuna duyema 1999 - rûpel 1.
30 - Şe'ban Elî Şe'ban - hinek zanyariyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2013) - rûpel 118 - 121- 124 - 126.
31 - Abdalhadî Rehman Silêman - azafa axrî alî xezîn al zakiriye, mucele Gulan al Arabî, muesese Gulan al a'lamiye, al a'dad 20, Erbîl, matba'a Wezara al saqafe 25 kanun al sanî 1998 - sahife 63.
32 - Abdalhadî Rehman Qesab - rûpelek ji dîroka Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, leqa Nînowa 1967 - 1970 (Hewlêr ـ mekteba rewşenbîrî û ragihandina leqa du 2015) rûpel 24.
33 - Îrfan Ezîz Ezîz, kongre û konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê (Hewlêr ـ projeya nivîsîna dîroka Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ـ çapxaneya Rojhilat 2012) rûpel 60, 63.
34 - Elî Sincarî, al qeziye al Kurdiye wel hizb al Ba'as al Arabî al Iştirakî fî al Iraq, al cuz al salas, (Dihok ـ matba'a Xanî 2012) sahife 168 - 170.
35 - Omer Osman - Jiyana Kurdêk, bergê yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya Hacî Haşim 2005) rûpel 285.
36 - Fihrist Tayib Abdalle, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê (Adara - 1970 nîsana 1991) ê vekolîneka dîrokî ـ siyasî, masternameya çapnekirî, zanîngeha Zaxo ـ kolêja Perwerde 2012 - rûpel 4.
37 - Ferhad Ewnî, rojên min wiha derbasbûn - bergê yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2016) rûpel 245, 248, 290.
38 - Ferhad Ewnî, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê herdem rêberê qutabiyên Kurdistanê bûye, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1876, în 18 ê şubata 1994 - rûpel 3.
39 - Fezledîn Ehmed Nêrweyî, koçberbûn serbihuriya xelkê ku bi salan durî ji gel û welat jiyayîn, (Dihok ـ çapxaneya Xanî 2008) rûpel 85.
40 - Feysel Xelîl, zuyirbûna siyasî li nav partî da, kovara Sivîl, jimare 122, Hewlêr, çapxana Roksana, şemî 25 ê şubata 2012 rûpel 11.
41 - Qaeme basma al ceraed altî acazetha Wezara al seqafiye fî hikumiye aqlîm Kurdistan minz am 1993, cerîde Xebat, lîsan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al muhed, al a'dad 870, Erbîl, al cum'a 17 nîsan 1998 - sahife 19.
42 - Karwan Mehwî - kongreyên partiya me Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kovara şîrove, mekteba navendî lêkolîn û nirxandin, jimare 14, Hewlêr, çapxaneya Hacî Haşim, payîza 2010 - rûpel 21.
43 - Civîna her du mektebên siyasî û bi amadehiya birêz Mesûd Barzanî hate saz kirin, heftenameya Gulan, jimare 30, Hewlêr, 10 ê tişrîna duyema 1994 - rûpel 1.
44 - Kongre, encamên hilbijartina komîteya navendî ya partiya me radigihîne, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1729, Hewlêr, înî 27 ê tebaxa 1993 - rûpel 1.
45 - Kongreya 12 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê komîteya navendî ya nû hilbijart, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 2948, Hewlêr, yekşem 17 ê tişrîna yekema 1999 - rûpel 3.
46 - Leqa Du, leqa du li nîv sedsala têkoşînê da, (Hewlêr ـ çapxaneya Aras 2010) - rûpel 42.
47 - Loqman Xerîb, şehîd Hacî Ebdulrehman - qonaxeke pir bexşîn li dîroka tevgera qutabiyan û lawan, (Hewlêr ـ çapxaneya Rewşenbîrî 2003) - rûpel 77.
48 - Lîsteya navê berbijêrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo Encumena Niştimaniya li Kurdistanê, rojnameya Pêşkewtin, organa Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Demokratên Kurdistanê ـ Iraq, jimare 26 gulana 1992 - rûpel 4.
49 - Mihemed Hacî Mehmud, rojimêrê Pêşmergeyek 1976 - 1996, bergê çarem, (Silêmanî ـ çapxaneya Dîlan - 2009) - rûpel 520.
50 - Mihemed Mela Qadir, xebatname kurte dîroka partî û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, ( Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirinên Aras 2007) - rûpel 97.
51 - Al mutemer al sadis latihad talaba Kurdistan al Iraq, cerîde al taxî, al a'dad 496, Bexdad, matba'a dar al cahz, al asnîn 27 temuz 1970 - sahife 3.
52 - Haşim Ramazan - al muhterqun al Kurd, al cuz al awal, (Erbîl ـ matba'a al Hacî Haşim 2005) - sahife 138.
53 - Herêma Kurdistanê, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 2187, în 27 ê Eylula 1992 - rûpel 1.
54 - Herêma Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê protokol 1992 - bergê sêzdehem, (Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 1998) - rûpel 86.
55 - Herêma Kurdistana Iraqê Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, protokol, bergê bîst û pênc, (Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 2001) - rûpel 337, 339.
56 - Şanda serkirdayetiya partiya me beşdariya merasîma salvegera serkeftina şoreşa Îslamî ya Îranê kirin -Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2157, havîngeha Pîrmam, pêncşem 15 ê şubata 1996 - rûpel 1- 11.
57 - Şandeke partiya me beşdariya rêwresma ahenga serkeftina şoreşa Îslamî ya Îranê kir - rojnameya Birayetî, jimare 2156, Pîrmam, çarşem 7 ê şubata 1996 - rûpel 1.




