Hiso kanyelencî
Fermandar Hiso Mahmûd Babekir ku bi navê Hiso Kanyelencî jî tê nasîn, Pêşmergeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildanê bû, di sala 1959an de tevlî hêzên Pêşmerge dibe, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemir e.
Agahiyên bêtirFermandar Hiso Mahmûd Babekir ku bi navê Hiso Kanyelencî jî tê nasîn, Pêşmergeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildanê bû, di sala 1959an de tevlî hêzên Pêşmerge dibe, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemir e.
Agahiyên bêtirAbdullah Qado Mihemed, di sala 1932’an de li gundê Banyê yê devera Zêbar a navçeya Akrê ji dayîk bûye, têkiliya malbata wan her tim bi şêxên Barzan û Takya Barzan re hebûye û ev têkilî tevî gelek astengiyan berdewam kir, her weke bapîrê wî Mihemed di zivistana sala 1913an de li gundê Rasileynê ê ser bi Akrê bi artêşa Şêx Ebdulselam Barzanî di 19 saliya xwe de hat şehîdkirin.
Agahiyên bêtirYasîn Mihemed bi nasnav Erîf Yasîn Doskî pêşmerge û fermandarê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû, pileyên fermandarê yekînê, Serliq, fermandarê tabûrê, fermandariya artêşê û fermandariya hêzê wergirtine, di kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de beşdar bû.
Agahiyên bêtirHaşim Ezîz Ehmed naskirî bi Haşim Mêrozî, fermandar û pêşmergeyê her du şoreşên Barzan ya duyemîn û Şoreşa Îlonê ye, di sala 1945’an de tevlî Şoreşa Barzan a Duyemîn dibe, sala 1961ê di Şoreşa Îlonê de bûye pêşmerge, di 10’ê Gulana 1965’an de di şerê Çiyayê Etrûşê de şehîd dibe.
Agahiyên bêtirŞehîdê Fermandar Mihemed Hesen Selîm Ehmed, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlonê û Gulanê, di sala 1961ê de tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, pileya fermandariya tabûra 4 a hêza Dihokê wergirtiye. Di 26’ê Mijdara 1983’an de di şerê Şinoyê de şehîd bû.
Agahiyên bêtirKonferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.
Agahiyên bêtirKonferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.
Agahiyên bêtirKonferansa Mawet - (Konferansa Mawetê ya Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq – 9 Nîsan 1964), ji aliyê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, bi biryara Îbrahîm Ehmed sekreterê partiyê, ji bo dijberiya serok Mistefa. Barzanî, serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Mawet hat ldarxistin.
Agahiyên bêtirKongreya Giştî ya Koyê - (Kongreya Giştî ya Koyê – 18 Adara 1963an), li ser pêşniyara Serok Mistefa Barzanî, fermandarê giştî yê şoreşa Îlonê û bi amadebûna endamên mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kesayetiyên welatparêz ji hemû pêkhateyan ji bo danûstandinên li gel hikûmeta Be's a Iraqê li Koyê hat lidarxistin.
Agahiyên bêtirCivîna Şawane a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) (Civîna Shawana - Destpêka Tîrmehê 1979) piştî koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî bi mebesta rêkxistina kar û barên Partiyê û amadekariyên kongreya nehemîn li gundê Şawane yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.
Agahiyên bêtirKongreya 13ê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) piştî rûxandina rêjîma Be's di sala 2003an de û guhertinên mezin ên siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di rewşeke asayî de birêve çû.
Agahiyên bêtirKongreya Dozdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – 6ê Cotmeha 1999), piştî peymana aştiyê ya Washingtonê ya sala 1998 û bidawîbûna şerê navxweyî yê di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Agahiyên bêtir