Mihemed Elî Xalan Qadir

Mihemed Elî Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bû, di sala 1987an de pileya serpel wergirt, di sala 1991ê de li nava bajarê Kerkûkê şehîd bû.


Şehîd Mihemed Elî di sala 1949an de li gundê Karêze yê Xalxalanê yê navçeya Şuwan ya parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl dibû, heta dibistana seretayî xwendiye, di sala 1980ê de koçî parêzgeha Kerkûkê dike û li taxa Rehîmawe bi cih dibe, Mihemed Elî bi Cewahir Kerîm re zewicî bû û pênc kur û pênc keçên wî hebûn.

Di sala 1986ê de tevlî Şoreşa Gulanê dibe û di nav hêza Xalxalanê ya liqa sêyemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de bûye pêşmerge, di bin fermandariya Çetoyê Mela Reşîd de beşdarî çalakiyên Partîzanî li herêmê bûye, her jiber wê yekê di sala 1987an de pileya serpel di wê hêzê de wergirt.

Di 19'ê Adara 1991'an de bi komek hevalên xwe re derbasî nava Kerkûkê bû ji bo xwe amadekirin û xwe nêzîkirin ji baregehên rejîma Beis, êrîşî navenda ciwanan a wê demê ya li parêzgeha Kerkûkê kirin, lê ji bo ku baştir xwe amade bikin vekişiyan, li goristana Taxa Rehîmawe ji aliyê hêzeke mezin a rejîma Beis ve hatin dorpêçkirin û piştî şer û pevçûnan Mihemed Elî şehîd bû.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir