Dastana Gare 1982

Ev dastan di 10ê Kanûna yekem a 1982an de li Siyana Garey bi kûratiya 70 km di nava desthilata hikûmeta Beisê de rû da, dema ku Pêşmerge êrişî bingeh û baregehên hêzên Mexawîr û çekdarên (Caş) kirin, di şer û pevçûnên sê roj û şevan de, hêzên hikûmetê derbeyên giran xwarin, li herêmê jî dengvedaneke mezin hebû.


Hikûmeta Beisê her tim nehişt ku Kurd beşdarî rêveberiya welat bibin, heta hemwelatîbûn li ser binyatê wekhevî û qanûnî bi tevahî red kiribû, ji ber vê yekê jî pêkanîna vê siyaseta li dijî kurdan di dilê gelê kurd de zemîneke nerazîbûnê ava kir ku hesta neteweyî hejand û li dijî saziyên leşkerî, ewlehî û çekdarî derketin, ji ber ku zordestiya saziyan heta radeyekê xelk pal da ku dengê xwe yên nerazîbûnê û xwepêşandanên cemawerî bilind bikin û bi tundî li hember dezgehên ewlehiyê yên hikûmetê bisekinin, ji aliyê din ve Tevgera Niştîmanî ya Serkirdayetiya Şoreşê di nirxandina xwe ya li ser rewşê de gihîşt wê encamê ku hikûmeta Beis ji zimanê diyalog û çareseriya aştiyane fêm nake, ne amade ye ku guhdariyê jî bike, ji ber vê yekê wan biryar da ku xwe ji vê rêbazê têkoşînê re amade bikin ku serokên Beisê fêm dikin ew e ku şerê çekdarî yê partîzanî bû.

Di qada têkoşînê de, di dema rûbirûbûna saziyên rejîma Beis de, serkirdayetiya şoreşê hertim hewl da ku qada navçeyên rizgarkirî berfirehtir bike û di kûrahiya desthilata hikûmetê de çalakiyên Pêşmerge pêş bixe, ji ber vê yekê biryar da ku hêzeke Pêşmerge bişîne çend cihên stratejîk da ku derbeke mezin li baregehên hêzên leşkerî û çeteyan bide, divê nîşanî wan bide ku Pêşmerge kengî û li ku bixwaze destê xwe digihîne û lêdixe, di 10'ê Kanûna 1982'an de li Siyana Garey û  bi kûrahiya70 km Pêşmerge êrişî bingeh û baregehên hêza Mexawîr û çekdarên (Caş) kirin, piştî şerekî germ ku sê şev û rojan dom kir, ziyanek mezin gihandin hêzên hikûmetê, encama êrîşa Pêşmerge li herêmê dengvedaneke mezin hebû.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021.
  2. Cemal Fethullah Teyib: Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd li Başûrê Kurdistanê 1976-1980, çapa 1, Çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012.
  3. Nûrî Hemê Elî: Dîroka Têkoşîna Pêşmergekî Di Navbera Jiyan û Mirinê de, çapxaneya Şehab, çapa 2, Hewlêr.

Gotarên Têkildar

Dastana korê 1991

Dastana Korê yek ji wan şer û pevçûnên çarenûsaz e yên ku Pêşmergeyên Kurdistanê di 7-11ê Nîsana 1991ê de li dijî artêşa Iraqê tomar kir, piştî ku artêşa Iraqê di bihara 1991ê de li hemberî hêzên Pêşmergeyên Bereya Kurdistanê ...

Agahiyên bêtir

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir