Sabir Mihemed Kerîm Selîm

Sabir Mihemed ku bi navê Sabir Heme Kerîm jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, di sala 1963an de şehîd bûye.


Şehîd Sabir Mihemed bi nasnav Sabir Heme Kerîm, di sala 1935’an de li gundê Pareniyanê yê navçeya Quştepe ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl dibû, Sabir Heme Kerîm bi Eyşe Reza re zewicî bû û keçeke wî ya bi navê Ronak hebû.

Di sala 1962an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de di bin fermandariya Faris Bawe de bûye pêşmerge.

Di sala 1963’an de bi heft hevalan re ji bo bêhnvedana yek-şevê vedigere gundê Pareniyan, zanyarî li ser wan hatin dan û derengiya şevê komek leşker û çeteyên wê demê yên Iraqî derdora gund dorpêç kirin, Bi nêzîkbûna hilatina tavê re xanî hat dorpêç kirin, ji bo ku pevçûn dernekevin û ji bo silametiya heft hevalên wî, Sabir xwe radestî wê hêzê dike, girtin û birin navenda polîsê Qoştepa û li wir gule berdan kirin û Sabir Hema şehîd bû.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir