Selîm Salih Mihemed xizir

Selîm Salih pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bû û beşdarî serhildana sala 1991ê bû, di sala 1991’an de li gundê Qeşqe şehîd bûye.


Şehîd Selîm Salih di sala 1967’an de li gundê Hesarê yê parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl dibû, heta dibistana seretayî xwend bû, Selîm Salih bi Îlham Hemîd re zewicî bû û kurekî wî yê bi navê Mesûd hebû.

Salim Salih tevlî Şoreşa Gulanê bû di sala 1986’an de bû pêşmergeyê Komîteya navçeya Bineslawe bi berpirsiyariya Ebû Elî Serspî yê liqa duyem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

Di dema Şoreşa Gulanê de beşdarî çalakiyên devera Daretu, Bineslawe û deşta Pirdê bûye. beşdarî serhildana sala 1991ê û azadkirina bajarê Hewlêrê, Pirdê, Şuwan, Çemçemal û Kerkûkê bûye.

Di 27’ê Tîrmeha 1991’an de Selîm Salih û 7 hevalên xwe li nêzî gundên Qeşqe û Xurxûreyê yên herêma Pirdê ketin kemîna rejîma Baas û Selîm Salih şehîd bû.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir