Kako Ebîd Hemetofîq Silêman

Kako Ebîd pêşmergeyê serhildana 1991ê bû û di sala 1991ê de li bajarê Kerkûkê şehîd bû.


Şehîd Kako Ebîd di sala 1973’an de li gundê Dalexiya yê girêdayî navçeya Şuwan ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl dibû, heta dibistana seretayî xwendiye.

Kako Ebîd di serhildana sala 1991ê de, di rêxistina Xalxalan ya komîteya devera Şuwan ya liqa 19 ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de bû pêşmerge.

Beşdarî serhildana sala 1991ê û azadkirina Bazyan, Tekye, Çemçemal û Kerkûkê bûye.

Di 19ê Adara 1991ê de, di navbera taxên Arif û Feyleqa bajarê Kerkûkê de rastî hêzên rejîma Beis hatin û Kako û rêhevalekî xwe ji malbata Şêx Celal Terexeyî şehîd ketin û cenazeyên wan ketin destê leşkerên rejîmê, Şehîd Kako Ebîd yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir