Hemîd Kerîm Mehmûd

Hemîd Kerîm Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, pileya Serpel wergirtiye, di sala 1975an de li Çiyayê Bemo şehîd bûye.


Şehîd Hemîd Kerîm di sala 1947’an de li gundê Mehmûd Qecerî yê girêdayî navçeya Qoretû ya herêma Germiyan ji dayik bû, gundî bû û bi ajalvaniyê re mijûl dibû, dibistana navîn qedandiye, Hemîd Kerîm bi Remziya Mehmûd re zewicî bû û yek kur û keçek wî bi navên Merîwan û Pexşan hebûn.

Di sala 1962’an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di liqa şeşê ya tabûra heftem a Biyare a hêzên Xebat yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) de bû pêşmerge, wê demê Silêman Etroşî serliqê şeşem û Cemal Namiq jî fermandarê tabûrê bû. Di sala 1966an de ji heman liqê pileya Serpel wergirt.

Hemîd Kerîm di dema pêşmergetiyê de 2 caran birîndar bûye, di sala 1965'an de li Ban Gamêşanê li nêzî navçeya Quratû di pevçûnek bi hêzên Iraqî yên wê demê re gulleyek bi milê wî yê rastê ket, her wiha di sala 1974’an de li Qada Şerê Parastina Çiyayê Bemo ji ber topbarana hikûmeta wê demê a Iraqê li ser çeperên Pêşmerge, çend perçe bi laşê wî ketin û cara duyemîn birîndar bû.

Di sala 1975 de, di dema parastina Çiyayê Bemo de gulleyeke leşkerên artêşa Iraqê pê dikeve û şehîd dibe, heman dem li gel şehîd Hemîd û du rêhevalên din ên bi navê Yarwelî û Seyfullah şehîd bûn, piştre cenazeyên wan ji aliyê Mela Ezîz ve bo Îranê hatin veguhestin û li kampa Enzilê radestî malbatên wan hatin kirin.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir