Dastana Xwakurkî 1988

Şer û Pevçûneke dijwar di navbera hêzên pêşmerge û artêşa rejîma Beis de ji 19ê Tîrmehê heta 5ê Îlona 1988an li herêma Xwakurkî ya devera Bradostê rû da, ji bo kontrolkirina navçeyên di bin kontrola şoreşê de li sêgoşeya sînorî ya (Iraq, Îran û Tirkiyê)...


Şer û Pevçûneke dijwar di navbera hêzên pêşmerge û artêşa rejîma Beis de ji 19ê Tîrmehê heta 5ê Îlona 1988an li herêma Xwakurkî ya devera Bradostê rû da, ji bo kontrolkirina navçeyên di bin kontrola şoreşê de li sêgoşeya sînorî ya (Iraq, Îran û Tirkiyê) artêşa Iraqê dest bi êrişeke mezin kir, di heyama 45 rojên şer û êrişan de, hêzên çekdar ên Iraqê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve şikestin û ziyanên mezin ên canî û madî xwarin, di 5’ê Îlona 1988’an de serkirdayetiya şoreşê ji ber çend sedeman ferman da ku divê hêzên Pêşmerge ji bereyên şer vekişin.


Xwakurk

Devera Xwakurk li herêma Bradostê ye û ji 30 gundan pêk tê, di sêgoşeya sînorê (Iraq - Îran - Tirkiye) de ye, rûbera wê bi qasî 150 kîlometre çargoşe ye û gelek çiya û lûtkeyên bilind hene Rûbera wê bi qasî 150 kîlometre çargoşe ye û gelek çiya û lûtkeyên bilind hene, ji rêze çiyayekî dijwar û dûr pêk tê, hin cihên vê rêza çiyayan gelek stratejîk û navdar in wek çiyayên Şîlî, Serê Çalê, Korawa, Binlîs, Brîmîşka, Cotê Bira, Şekîw, Gamêşe, Dalanper, Awdel Kîwî, Nazdarî Dax, Armoş, Çiya Dêl li başûr, Çiya Reş û Çiya Kitik, dever ji geliyekî li pişt gundê Lêlkanê dest pê dike heta sêgoşeya sînorê her sê welatan, geliyek kûr e ku ji her alî ve bi çiyayan hatiye dorpêçkirin. Sînorê Xwakurkî ji gundê Benê heta sînor dirêj dibe, gundê Xezne li geliyê Xwakurkî gundê dawî ye.

Hêjayî gotinê ye di Hezîrana 1982’an de serkirdayetiya şoreşê navenda xwe li devera Bêrkim û Lolan ya herêma Biradost ava kir bû, piştre jî bingeh û baregehên Pêşmerge li Male Mela, Deraw, Gûzereş heya Xinêre girtin, ev devere bû navendeke girîng a serkirdayetiya şoreşê, ev yek ji xaleke girîng bû di jiyana şoreş û têkoşîna Pêşmerge de, ji ber ku ew pêngaveke mezin bû ji bo nêzîkkirina serkirdayetiya şoreşger ji binkeya gel re û bandoreke erênî li aktîvkirina komên Pêşmerge di kampanyayên wan ên li dijî saziyên leşkerî û hizbî yên rêjîma Beis de kir.


Sedemên derketina dastana Xwakurkî:

Partiyên siyasî yên Kurdistanê di dirêjahiya sala 1987an de, di çendîn çalakiyên bereyî yên hevbeş de dastanên mezin û serkeftinên girîng tomar kirin, di encamê de karîn derbeke kujer li rejîma Beisê bixin û çend bajar, bajarok û herêman bi dest bixin, ev yek ji bo hêzên kurdistanî bû rêxoşkerek ku di Tîrmeha 1987an de di nav bereyeke yekgirtî de federasyonek bi navê Bereya Kurdistanê ava bikin, bi ser de jî, hukûmeta iraqî di şerê heşt-salî bi Îranê re (1980-1988) rastî gelek şikestinên mezin hat, nemaze di vegerandina Faw de, Seddam Husên, serokomarê wê demê yê Iraqê, di rewşeke wisa de bû ku li hember Îranê têk çûbû, di metirsiya dûrxistina ji desthilatdariyê de bû, lewma bi welatên Rojhilat û Rojava re bi taybetî di warê kirîna çekan de têkiliyên xurt avakirin, eşkere ye ku piştevaniya navdewletî ji Iraqê re li dijî Îranê, bextewariya Sedam Husên û rêjîma Beis gihand lûtkeyê bi taybetî di vegerandina Faw de, ev yek bû sedem ku rejîma Beis ji bo xurtkirin pêgeha xwe li ser desthilatê bi bernameyeke pilankirî berê xwe bide Kurdistanê da ku kîn û hovatiya xwe li ser kurdan birêje, bi vî awayî dest bi gavên xwe yên ji bo tepisandina Kurdan kir: destpêka pêkanîna pilana wî ew bû di Adara 1987an de xizmê xwe Elî Hesen Mecîdî, ku di nav kurdan de bi navê Elî Kîmyawî tê naskirin, ku di heman demê de serokê dezgeha hewa;giriya (îstixbarata) dewletê û endamê serkirdayetiya Partiya Beis bû, wek nûnerê xwe li bakur destnîşan kir, desthilatdariya reha (mutleq) li ser hemû saziyên dewletê û Partiya Beis pê hat dayîn, anku di vegerandina serweriya rejîma Beisê de ji bo tevahiya Başûrê Kurdistanê dest vekirî bû.

Rejîma Beisê ji bo hemû qadên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ber şerê bi Îranê re û şoreşa Kurdan ji dest dabû bi dest bixe û baladestiya leşkerî li ser wan bisepîne, kampanyayeke trajîk a qirkirinê di heşt qonaxan de di bin navê (Enfal)ê de ji Sibata heta dawiya Nîsana 1988’an da destpêkirin, bi piştgiriya tank, top, balafirên şer û çekên kîmyewî yên komkujî, li Germiyan, Helebce, Barzan, Soran, Amêdî, Zaxo û Duhokê, di encamê de bi sed hezaran sivîl ji zarok, jin, ciwan, kal û pîr û kêmendam jî di nav de şehîd û birîndar bûn û hatin Enfal kirin, paşê li çolên jêr û navenda Iraqê bi saxî hatin veşartin, gelek kesên din jî ji tirsa zilma Beisê reviyan Îran û Tirkiyê, jêrxaneya aborî ya Kurdistanê wêran kir, gund, xanî, mizgeft, dibistan û nexweşxane wêran kirin.

Ji ber tirs ku rejîma Beis li seranserê Başûrê Kurdistanê bi giştî û deverên di bin destê Pêşmerge de bi taybetî pêk anîbû, gel li rêyekê digeriya ku ji zilma Beisê derkeve û li welatên cîran bigerin, bi vê mebestê jî hejmareke zêde ya xelkê ji bo xwe bigihînin sînoran koç dikirin, artêşa Iraqê ji bo ku xwe bigihîne sînoran û rê li ber komên penaberan bigire operasyona xwe ya leşkerî berdewam kir, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî wek erkekî niştimanî bo parastina penaberan biryara rûbirûbûna êrîşa rêjîma Beisê da, li herêma ku wek sêgoşeya (Iraq-Îran-Tirkiye) li Xwakurkî tê naskirin.

Armanceke din a rejîma Beis ji vê helmeta leşkerî ew bû ku rêya sereke ya liqê yekem li Behdînan ber bi serkirdayetiyê û deverên din ve bigre, da ku sînorê Behdînan bi temamî qut bike û rê li ber nemîne ji bo ku têkiliya wan bi serkirdayetiya şoreşê re qut bikin.

Hêzên Iraqî yên beşdar:

Artêşa û hêzên hikûmeta Iraqê di êrîşa li ser herêma Xwakurkî de ji yekîneyên leşkerî û hêzên çekdar ên jêrîn pêk dihatin:

  1. Firqeya (Tîpa) 33 a feylaqa 5.
  2. Firqeya 45 a feylaqa 1.
  3. Firqeya 18.
  4. Firqeya  35
  5. Lîwaya 66 a hêzên taybet
  6. Lîwaya 68. a hêzên taybet.
  7. Lîwaya 702 ya Piyade.
  8. Tabûra 1 Mexawîr  a Tîpa 33.
  9. Lîwaya 402 ya Piyade.
  10. Lîwaya 120 ya Mexawîr.
  11. Lîwaya 2 a hêzên navxwe.
  12. Tabûra 3 a Lîwaya 2 Mexawîr û Tabûra 1 a serbixwe a Mexawîr a Tîpa 3.
  13. Hêzên çekdar ên kirêgirtî (Caş) (Tabûrên sivik).
  14. pênc tabûrên topxaneyên meydanî û hejmarek hawinan.
  15. Sê tabûrên tankan.
  16. Hejmarek mezin ji balafirên şer û helîkopteran.

Hêzên şoreşê ên beşdar:

Hêzên Pêşmerge yên ku di Dastana Xwakurkî de beşdar bûn, rêjeyek berfireh girtibû, di bin çavdêriya rasterast ya Serok Mesûd Barzanî de ev hêz û rêxistinên jêrîn pêk dihatin:

  1. Hêza Aware ji rêxistinên 16’ê Tebaxê, 11’ê Îlonê, 26’ê Gulanê û rêxistina Rêbaz pêk dihat.
  2. Hêza Barzan ji rêxistinên Qelender, Pîran, Şirîn, Zozik û Birûsk pêk dihat.
  3. Hêza Hemrîn ji rêxistinên Safîn, Ezmer û Sagirme pêk dihat.
  4. Hêza Xebat ji rêxistinên Museka û rêxistina Çarçel pêk dihat.
  5. Rêxistinên girêdayî serkirdayetiya şoreşê ji rêxistinên Karox, Sordaş, Govend, Gorez û Aras pêk dihat.
  6. Desteya Taybet a Topxaneya Şoreşê.
  7. Hêza Piştevaniya Babagurgur ya Liqa 3 ya Partiya Demokrata Kurdistanê.
  8. Hêza Piştevaniya Zimnako ya Liqa 4 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
  9. Hêza bergiriya niştîmanî.
  10. Hêzên liqên du, sê û çar.
  11. Yekîneyek ji Partiya Komunîst a Iraqê.
  12. Komîteya Azadî ku berpirsiyarê wê Elî Şaban bû, lê di bin çavdêriya Nêçîrvan Barzanî de kar dikir, erka wan peydakirina erzaq û keresteyên şer bû, navenda wê li Kampa Zêwe bû.

Destpêka şer û êrîşan:

Di 17’ê Tîrmeha 1988’an de Komara Îslamî ya Îranê agirbesta bi Iraqê re qebûl kir, piştî du rojan, di 19’ê Tîrmeha 1988’an de, artêş û hêzên çekdar ên rejîma Beisê li herêma Xwakurkî ya herêma Biradostê êrîşek berfireh birin ser herêmên di bin kontrola şoreşê de, ku hîn çend hefte mabûn ku şerê heşt salan di navbera her du welatan de bi dawî bibe, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî biryar da ku xaka Kurdistanê û canê wan kesên ku ji ber zilma rêjîma Beisê reviyane ber bi sînoran biparêzin, bi beşdariya fermandaran Fazil Mîranî, Hemîd Efendî, Zaîm Elî, Azad Keredaxî, Dr. Roj Nûrî Şawêş, Dr. Cercîs Hesen, Milazim Yûnis Rojbeyanî, Muqedim Yaqûb, Milazim Babekir Zêbarî, Seyd Salih, Qadir Qadir û Omer Osman li kêleka Hêzên Pêşmerge li ser bereyên şer dabeş bûn, bereya rûbirûbûnê ava kirin û bi planeke leşkerî ya berfireh li dijî hemû êrîşên rejîma Beisê derketin, ku wê demê ew artêşa herî mezin a pêncemîn a cîhanê di warê hêz, çek û cebilxane de dihat hejmartin.

Bê guman Dastana Xwakurkî dirêjkirina operasyonên leşkerî yên rejîma Beis bû di rêze qonaxên Enfal û kîmyabarana Helebce û deverên din de, li herêmek teng a sêgoşeya sînor, dema ku hukûmeta iraqî rabû, hêzek mezin û bêhejmar ji hêzên esmanî û bejayî yên wek Mexawîr, Taybet, piyade û kirêgirtiyên (Caş) bi piştgiriya balafirên şer, top û çekên kîmyayî yên komkuj ava kir. Helbet şoreşa Kurdistanê û gelê Kurd bi tundî ev operasiyona leşkerî red kir, di bersivê de hêzên Pêşmerge û hêzên berevaniya niştimanî bi çekên xwe yên milî, jin û zarok bi komkirina xwarin û cilan ber bi bereyên şer ve dibirin.

Destpêkê şer li pişt Lolanê li Xinêre dest pê kir, piştî ku artêşa Iraqê di 21’ê Tîrmeha 1988’an de ji bo girtina cihên stratejîk ên herêmê bi helîkopterekê hêzeke leşkerî daxist ser Çiyayê Şekîw, lê roja din 22ê Tîrmehê, pêşmergeyên hêza Hemrîn êrişî wê hêza artêşa Iraqê kirin, piştî şerekî giran di demeke kurt de karîn hemû hêz têk bibin û ziyaneke mezin gihandin wan ji kuştî û birîndaran û 3 leşker jî dîl hatin girtin, piştî şer bi dawî bû, ziyanên şoreşê tenê pêşmergeyek birîndar bû, roja 24ê Tîrmehê tevgera artêşa Iraqê li Çiyayê Şekîw û Sersolê berdewam kir û zêde dibû, diyar bû ku amadekariya êrîşeke mezin dikirin.

Saat 10.30 danê sibê roja 27’ê Tîrmeha 1988’an artêşa Iraqê êrîşeke mezin bi navê (Tewkeltu Ela Allah) li dijî çeperên pêşmergeyan pêk anî, ji Sersolê heta Siyare ku li bilindahiyên Şêxanokê ye, bêyî ku haya kesî jê hebe, bi pêş ve çû, di wê bêagahiyê de hinek trimbêl ketin kemînan, di encamê de welatiyek û kurê wî yê 12 salî hatin girtin û birin, dema pêşmergeyan zanî ji bo tolhildanê êrîşî wan kirin û ew şikandin û êrîşa wan şikand, wan derbên giran xwarin û di encamê de 24 leşker dîl hatin girtin, ku çar ji wan efser bûn. Di şer de 3 pêşmerge şehîd bûn ku 2 ji wan pêşmergeyên rêxistina Museka û yê din jî pêşmergeyê liqê yekem bû, hêzên artêşa Iraqê di êrîşê de beşdar, Tabûra 3. ya Lîwaya 2 Mexawîr û  Tabûra 1 a Serbixwe ya Mexawîr ya Firqeya 3 Bûn. Li gor agahî û raporên Hêzên Pêşmerge derbarê ziyanên canî yên hêzên artêşa Iraqê di şer de zêdetirî 100 leşkerên hêza Mexawîr hatin kuştin.

Îraq û Îran jî çend roj bûn di nava agirbestekê de bûn, lê li gorî amajeyekê di pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd de, di 26’ê Tîrmeha 1988’an de, Seyîd Baqir Tebatebayî, fermandarê qerargeha Nesir Remezan a Îranê, ligel komek ji pasdaran û çekdarên Hizbullahê da ku baregeh xwe derbasî nav axa Îranê bikin, serdana Geliyê Reş yê li deverê kir, Nizanin ku ji aliyê artêşa Iraqê ve rê li wan hatiye girtin, dema ku ew diçûn ketin kemîna hêzên Iraqî û hemû hatin girtin û li wir hatin gulebarankirin, dema ku hêzên Pêşmerge roja din li 27ê mehê êrîşî hêzên Îraqî kirin û ew ji herêmê derxistin, cenazeyên wan paşve anîn û radestî qerargeha nvahatî kirin, lê ti nîşana helwesta Îranê derbarê wê binpêkirina artêşa Iraqê nine, berovajî vê yekê, piştî du rojan, di 29ê Tîrmehê de, hêzên Iraqî careke din hewl dan pêşde biçin û êrîşî heman cihî kirin, Hêzên Pêşmerge yên di bin fermandariya Zeîm Elî de gelek bi tundî rûbirûyê wan bûn, piştî şerekî giran dîsa ew têk birin, ji bilî kuştî û birîndaran sê leşker, ku yek ji wan efserê hêzên Mexawîr bû, dîl hatin girtin.

Piştî ku artêşa Iraqê di van êrîşan de li himberî Pêşmerge şikest, pilana xwe ya şer guhert û çekên kîmyayî li bilindahiyên Nazdarî Daxê li Xwakurkî û baregehên Hêzên Pêşmerge li Gaderê û cihên din bi rêya firokeya (Bilatos PC7) di sibeha 3ê Tebaxa 1988an de, bikar anî, di encamê de 60 pêşmerge birîndar bûn û beşek ji wan jî ji ber gazê kor bûn. Kîmyabarana Rejîma Beisê ne tenê ziyan gihande Hêzên Pêşmerge, belê gelek sewalên gundên Bakurê Kurdistanê jî ji nav çûn.

Ji bo birêxistinkirin û xurtkirina hêza Aware di 1’ê Tebaxa 1988’an de serkirdayetiya Şoreşê biryar da ku Muqedim Yaqûb weke berpirsê hêzê destnîşan bike, ji ber ku hêzên hikûmetê gav bi gav fişarên xwe li ser çeperên Pêşmerge zêde dikirin bi taybetî li bereya hêza Barzan, êrîşên hikûmetê heta 7ê mehê berdewam bûn û Pêşmerge çeperên berevaniyê tund kirin û parastin, li bereyê Çiyayê Şakîwê di êrîşekê de 3 leşkerên Mexawîr dîl hatin girtin, li bereya Geliyê Reş jî artêşa Iraqê hin pêşdeçûn pêk anî ta ku gihaşt Derya Sor, di encamê de Pasdarên Îranê û koma Hizbullah ku li Xwakurkî bûn çek û pêdviyên xweyên leşkerî teqandin û reviyan, bi vî awayî hemû barê şer ket ser milê Pêşmergeyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Iraqê, partiyên din ên Bereya Kurdistanê ji şer dûr ketin û beşdarî şer nebûn û ji deverê derketin.

Di 8’ê Tebaxa 1988’an de artêşa Iraqê li dijî bereya Musluk û bereya Şêxanokê dest bi êrîşeke mezin kir, piştî şerekî dijwar, hin pêşdeçûn kir û gihîşt Parawayê, tenê qonaxek ji gihîştina Şêxanokê dûr bû, lê ew li wir hat sekinandin, nexwe ew ê bi temamî li Şêxanokê û Sîpareyê serwer bibûya, vê yekê metirsiyek rijd li ser malbatên ku li cihên xwe mane çê dikir, ji ber ku hêj sînorê Îranê derbas nekirine, êvariya roja 10ê Tebaxê, artêşa Iraqê êrişî bereya rojhilatê Milezerdê kir, lê Hêzên Pêşmerge yên Rêxistina Rêbaz bi tundî bersiva wan dan û êriş şikandin, Fermandarê Tabûra 3. a lîwaya 68. a Hêzên Taybet bi birîndarî ket destê hêzên Pêşmerge lê piştre ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da, di wî şerî de Pêşmerge bê ziyan bûn, êvara heman rojê 10’ê Tebaxa 1988’an hêzeke komando ya ji nêzî 150 leşkeran pêk dihat bi 10 helîkopteran li herêma bi navê Dole Tirşênê daketin, lê belê hêzên pêşmerge yên ji bo parastina bereyê hatibûn erkdarkirin, li ber xwe dan û li pey wan çûn heta ku hatin jinavbirin, hemû ew hêz hate rûxandin û kesên ku hatibûn kuştin, hatin kuştin û yên din jî dîl ketin destê Pêşmerge, ev yek derbeyek mezin bû li hêzên artêşa Iraqê bi taybetî di warê moralê de, lê bandoreke mezin li ser wêrekî û berxwedana Hêzên Pêşmerge kir.

Hêzên Pêşmerge serketî jî bûn û hemû êrişên artêşa Iraqê têk birin û ziyanek mezin gihandin wan, lê serkirdayetiya şoreşê li ser nûvekirin û birêxistinkirina qadên şer berdewam kir, Muqedim Yaqûb wek fermandarê bereya şer hat diyar kirin, her yek ji Erîf Derwêş û Hemîd Ergoşî wek alîkarên wî hatin destnîşankirin. Di dema ku şer û êrîş berdewam bû, Rêxistina Karox û Rêxistina 11’ê Îlonê ya di bin fermandariya Ehmed Malesiware de li bereyên Hişka û Serê Korawa bûn, di şerekî de bersîngê êrîşeka hêzên çekdar ên kirêgirtî (Caş) girtibûn li hinek cihan paşve vegerandin, Pêşmergeyeke wan şehîd bû û 3 pêşmerge jî birîndar bûn, şer li hemû bereyan dewam kir, Hêzên Pêşmerge li pêşiya wan çeper girtbûn, êvara 11ê Tebaxa 1988an, tevî topbarankirina dijwar a li ser çeperên pêşmergeyan, careke din hêza çeteyên kirêgirtî dîsa êrîş kirin lê Pêşmerge li ser berevaniyê berdewam bûn, dîsa karîbûn wan têk bibin û cenazeyê caşekî li qada şer hiştin.

Di heman rojê de hêzeke pêşmergey ji 15 pêşmergeyên Rêxistina Gorezê gihişte qada şer, roja piştre 12ê Tebaxê, hêzeke berevaniya niştimanî ya nêzîkî 80 kesî bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge û parastina xaka welat, gihîştin bereyên şer.

Di 13’ê Tebaxa 1988’an de li bereyên Korawa û Qebrî Zahir şerên dijwar ji saet 04.00ê sibehê heta êvarê rû dan, li gelek cihan şerê destan dihat kirin, her çiqas kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zanîn jî êrîş hatin pûçkirin. Di 14ê Tebaxê de hêzên hikûmetê êrîşî bereyên Kaniyereş, Xerwan û Sîro li bereya hêza Barzan kirin lê hatin şikandin, li bereya Xwakurkî jî hêza hikûmetê dîsa hewl da ku pêşde biçin, lê Pêşmerge ew têk birin.

Roja 14ê Tebaxê hêzên pêşmerge yên liqên sêyem û çarem bi serpereştiya Seyîd Salih û Qadir Qadir bo piştevanîkirina hêzên pêşmerge geheştin qada şer, roja piştre 15ê mehê hêzeke din a Komîteya Navçeya Helebce gihişte Xwakurkî û bereyên şer, vê yekê jî moraleke bilind da hêzên Pêşmerge û piştgiriyeke mezin da bereyên şer.

Di tevahiya meha Tebaxê de hêzên Iraqî li ser êrişên çeperên Pêşmerge bêyî dev jê berdin berdewam kirin ji bo ku gelek fişarê li wan bikin û herêmê vala bikin, lê hêzên Pêşmerge li hemû bereyan di bergiriyê û rûbirûbûnê de rê nedan wan heta ku paşve vekişiyan, êvara 15ê Tebaxa 1988ê saet 2:30an de topxaneyên artêşa Iraqê hemû çeperên Pêşmerge bi dijwarî topbaran kirin, zêdebûna topbaranê ew qas dijwar bû ku tê payîn ku ziyanên giyanî çêbibin, piştî saet û nîvekê, di saet 16.00’an de topbaran rawestiya û hêzên Iraqî ku ji artêş û çeteyan pêk dihat, dest bi êrîşa bejayî kirin, lê hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve hatin ser wan û li ber xwe dan heta ku êrîş têk birin, Serok Mesûd Barzanî, ku rasterast serperiştiya şer dikir, got: “Ez Bêtelê bi hemû rêxistinan re axivîm ya pir girîng ew bû ku wêrekiya Pêşmerge gelek bilind bû, bala xwe nedan êrîşa dijmin, di warê ziyanan jî de tenê çend pêşmerge birîndar bibûn, li hember vê yekê hêzên Iraqî 46 cenaze li qada şer hiştin.”

Di 16ê Tebaxa 1988an de şer gav bi gav girantir bû û berevaniya hêzên Pêşmerge berdewam bû, di roja 19ê mehê de ji ber dijwariya şer komek ji pêşmergeyan li liqên sêyem û çarem û hêzên berevaniya niştimanî şehîd bûn, bombebaran û topbaran ewqas dijwar bû ku di carekê de 10-15 top li erdê diketin, bi wê sedemê herêm bibû yek parçe ji agir, roja 20ê Tebaxê şerekî giran di navbera her du hêzan de derketibû û Hêzên Pêşmerge derbeke mezin li hêzên Iraqî dan, Lîwaya 702 ya Firqeya 45 a Feyleqa 1 bi awayekî hate rûxandin ku di encamê de çend efser hatin kuştin, di nav wan de fermandarê Tabûrê û serkirdeyê Yekîneyê, di rojên paş de, ji ber şikestinên li pey hev yên hêzên hikûmetê, êrîşan tundiya xwe winda kiribû û du helîkopter hatin xistin, ev hemû moralê Pêşmerge xurtir dikir, lê berovajî morala hêzên Iraqî kêm dikir, şeva 24-25ê Tebaxa 1988ê artêşa Iraqê hêzên mayî kom kirin û êrişî Bereya Korawa kir, weke her carê Pêşmerge rûbirûyê wan bûn, piştî şerekî giran êrişa wan hat şikandin û paşde hatin zivirandin.

Serê Korawa lûtkeya herî bilind a herêma Xwakurkî ye, ji ber wê jî cihekî leşkerî yê stratejîk dihat hejmartin ji ber vê sedemê jî artêşa Iraqê fişar li ser wî kir ku bigire û desthilatdariyê li derdora wê bike, Herwiha bilindahiyeke din li xala dawî ya sînorê Iraqê hebû, bi navê çiyayê Reqîb li rojavayê Xwakurkî, ji ber berfirehbûna qada şer ti hêzên Pêşmerge li wir nehatibûn bicihkirin, artêşa Iraqê hewl da ku ji paş ve, ango di hundirê axa Tirkiyê de, xwe bigihîne wê bilindahiyê û pişt li hêzên Pêşmerge bigire, lê dema ku Pêşmergeyan ev yek zanî, hêzek ji Pêşmergeyên hêza Barzan ava kirin û ew rawestandin, li quntara Çiyayê Reqîb li ber xwe dan û nehiştin ku ew derkevin pêş, heta ku şer xilas bû û biryara paşvekişînê hat dayîn.

Şer her ku diçû dijwar dibû di 27’ê Tebaxê de ji ber êrîşên dijwar ên hêzên Iraqê, 2 pêşmerge li Qebrî Zahir şehîd bûn, şeva 28ê Tebaxê di encama topbarana li ser navenda rêxistina Çarçel de 5 pêşmerge şehîd bûn, heman şevê hêzeke Lîwaya 66 a taybet (Hêzên Taybet) êrişî çeperên Pêşmerge li bereyê Korawa kirin, piştî şerekî giran û berevaniya bihêz a Pêşmerge, ev care jî ew şikestin û paşve vekişiyan, piştî ku derbeyên giran xwarin, bi taybetî li tabûra 2. a lîwaya navhatî, di wî şerî de jî 2 pêşmerge şehîd bûn û fermandarê pêşmerge Enwer Hacî Osman jî birîndar bû. Her li bereyê Korawa hikûmetê di 30’î mehê de dîsa êrîş kir û şerekî germ derket û ji saet 5ê sibê heta saet 4ê êvarê berdewam bû û bi tundî ji aliyê hêzên Pêşmerge yên liqa çaran ve rastî berxwedaneke tund hatin û hatin şikandin, Pêşmergeyek şehîd bû û 5 pêşmerge jî birîndar bûn, di 4ê Îlona 1988an de hêza Zimnako ya liqê çaran li devera Çemkebî êrîşî baregeh û çeperên artêş û hikûmetê kirin, şerekî germ ku çil û heşt saetan dom kir, li ser wan sepand, karîn derbeke giran li hêzên iraqî bidin û ziyanên mezin bigihînin wan, di himber de 2 pêşmerge şehîd bûn.

Piştî ku hêzên hikûmetê ji hemû bereyan hemû hêz û şiyana xwe bikar anîn û êrîşî çeperên Pêşmerge kirin, ji bilî têkçûn û windahiyên giran ên canî û malî tu destkeftiyên wan tune bûn tenê li hin cihan pêşve çûn, lê topbaran û êrîşên asmanî her ku diçûn dijwar dibûn û di encamê de çend pêşmerge şehîd û birîndar bûn, tevî kêmbûna cebilxaneyan li bereyên şer, ku bû pirsgirêkeke mezin li pêşiya Hêzên Pêşmerge, her wiha meha Îlonê li herêmên sînor demsala sermayê dest pê dike ku tê gotin şûşeya av  a Pêşmergeyan dicemidand, ev jî bû asteng û sedemek din a bargiraniya li pêşiya hêzên Pêşmerge li hember hêzên çekdar ên bêhejmar û hemû şiyanên şer yên Beisê, ji ber wê jî piştî gotûbêjkirina rewşê li roja 5ê Îlona 1988ê, serkirdayetiya şoreşê biryar da ku hêzên Pêşmerge ji bereyên şer vekişin, li ser biryara serkirdayetiyê, Pêşmerge ji hemû bereyên şerê berevaniyê dest bi vekişînê kir û bo dema 6 mehan hemû hêz paşde vekişiyan.


Ziyanên artêş û hêzên Iraqî di Dastana Xwakurkî de:

Di vê dastanê de artêşa Iraqê derbeyên giran yên giyanî û madî xwarin û nêzî 1000 leşker û çete hatin kuştin û birîndarkirin, ku Nasnameyên 350 kesan ketin destê Pêşmerge, di nav kuştiyan de gelek piledar hebûn, lê belê çavkaniyekî din jî got ku 8 hezar û 450 leşker û çeteyên girêdayî hêzên rejîmê mirine ku zêdetirî 1000 piledarên leşkerî tê de bûn, herwiha hejmarek mezin ji leşker û efserên Iraqî jî dîl hatin girtin, lê bi fermana serkirdayetiya şoreşê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin berdan. Çar balafirên şer ên helîkopter hatin xistin û gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî hatin windakirin.

Li dor berdana girtiyan jî li gorî çavkaniyekê, piştî bidawîhatina şer û vekişîna Hêzên Pêşmerge ji bereyên şer, Serok Barzanî di axaftinekê de spasiya berxwedan wêrekiya Pêşmerge kir, hevdem bang li her 32 girtiyên kir ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibûn girtin û ji wan re got ku ew ji niha û pê ve azad in ger hûn dixwazin vegerin yekîneyên xwe yên leşkerî, ji wan 30 kes vegeriyane nava artêşa Iraqê û 2 jî girêdayî Partiya Da'we ya Iraqê bûn venegeriyan û xwestin derkevin derve, komek ji pêşmergeyan, bi fermana serok, çavdêrî û rênîşandan li wan kir, heta ku ew careke din tevlî hêzên hikûmetê li devera bi navê Xane Spî bûn, ji wir jî Pêşmerge ji dûr ve çavdêriya girtiyan kir heta ku gihîştin navenda leşkerî ya Iraqê, gava gihîştin, yekser girtin û her 30 leşker gulebaran kirin.

Di amajeyekê de tê gotin di yek ji şeran de efserekî artêşa Iraqê bi pileya milazimê yekem bi birîndarî ket destê hêzên Pêşmerge û dîl hat girtin, ewan jî  ji bo dermankirinê ew birin pişta qada şer, di rê de ji pêşmergeyan dipirse ka çi bi min dikin? Di bersivê de dibêjin ku ji bo birînên we derman bikin dê we bibin cem doctor, lê efser razî nabe û ji wan re dibêje na, kuştina min ji dermankirina birînên min çêtir e, her yek ji leşkerên artêşê ku hûn dîl digirin bikujin, ji ber ku hûn bi van çiya û wê jiyanê razî ne, em dev ji we bernadin û şer difiroşin we, niha jî birînên me derman dikin, lê piştî demekê ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Piraniya kuştiyan ji van Tabûr û lîwayan bûn ku em dikarin bêjin bi tevahî hatin jinavbirin:

Yekîneyên leşkerî yên ku herî zêde ziyan dîtine ev in:

1- Firqeya 33.

2- Firqeya 45.

3- Firqeya 35.

4- Firqeya 18.

5- Lîwaya 68 a hêzên taybet.

6- Lîwaya 66 a hêzên taybet.

7- Tabûra 1. a Serbixwe ya Mexawîr.

8. Lîwaya Piyade ya 702.

9. Lîwaya Piyade ya 402.

10- Lîwaya 120 ya Mexawîr.

11- Lîwaya 2 ya Mexawîr.

 

Ziyanên hêzên şoreşê:

Di vê dastanê de ku di 19’ê Tîrmeha 1988’an de destpê kir û heta 5’ê Îlona 1988’an ku 45 rojan dom kir, Ziyanên hêzên şoreşger 38 pêşmerge şehîd bûn û 104 jî birîndar bûn.

Serkeftinên Şoreşê:

Di vê destanê de hejmareke zêde ya çek û alavên bêtêl û alavên leşkerî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin desteserkirin û bûne destkeftên şoreşê weke:

• Zêdeyî 600 parçe çekên curbecur ên sivik û giran.

• 18 amûrên bêtêlê.

• Gelek alavên leşkerî û cebilxane.


Encama şer:

• Şer xwedî girîngiyeke mezin a siyasî, leşkerî û stratejîk bû, di warê leşkerî de, Pêşmerge di şerê 45 rojan de serkeftinên mezin bi dest xistin û piraniya êrîşên hêzên çekdar têk birin û hejmarek zêde çek û cebilxane bi dest xistin, her wiha derbeyên giran yên giyanî û madî li artêşa Iraqê bide, ji aliyê siyasî ve, wê xewna paytexta Iraqê Bexdayê bin ax kir, ku bawer dikir bi dawîbûna şerê bi Îranê re dê parastina şoreşa kurdî bi dawî bibe û wê bê hilweşandin, lê dastana Xwakurkî hemû ew bawerî jinavbirin.

• Berdewamî û berxwedana Pêşmerge li hember bi dehan êrişên artêş û hêzên Iraqê yên bi piştevaniya topbaran, bombebarana tank, top û firokeyên şer û bikaranîna çekên kîmyayî yên qedexeya navdewletî bo 45 rojan, destaneke dîrokî hat afirandin.

• dastana Xwakurkî dupat kir ku bidawîhatina şerê (Iraq-Îran) bandorê li têkdana şoreşa kurdî nake, li şûna wê, Hêzên Pêşmerge dê di tomarkirina dastan û çalakiyên Pêşmergayetî de berdewam bin.

• Piştî bi dawî hatina Dastana Xwakurkî Serok Mesûd Barzanî gotarek dîrokî pêşkêşî hêzên pêşmerge kir û tê de got: guhertin dê di demek nêzîk de li Iraqê pêk were û daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku xwe ji bo guhertinên navçeyê amade bikin, ew bû di Tebaxa 1990 de, Iraqê êrîşî Kuweytê kir û di nav 24 saetan de dagir kir, piştre rewş bû sedema sepandina biryara 687 ya Neteweyên Yekbûyî û derketina şerê Kendavê, piştre di bihara 1991’an de serhildana Başûrê Kurdistanê dest pê kir û sazî, artêş û hêzên çekdar ên Beisê hatin derxistin.

• Dengvedana şerê Xwakurkî di medyaya navdewletî de derbarê êrişa artêşa Iraqê ji bo tepeserkirina kurdan, bi taybetî piştî şerê heşt salan ligel Îranê, ku gavên herî dijwar di bikaranîna çekên kîmyayî û gazên jehrî de ber bi Kurdistanê ve avêtin, herwiha têkoşîna şoreşa kurdî li dijî reftarên rejîma Beis, wek Radyoya London, Associated Press, rojnameya Risalat çapa Tehranê, û Radyoya Dengê Amerîka.


Çavkanî:

  1. Charles Tripp, Dîroka Iraqê, Werger, Mihemed Husên Ehmed û Ebdulqadir Kelhor, Çavdêrî, Dr. Mohammed Abullah Kakesur, çapa 3., (Çapxaneya Rojhelat – Hewlêr – 2013).
  2. Hawkar Mohammed Mohammed Reşîd, Têkoşîna Çekdarî li Başûrê Kurdistanê 1976-1988, (Çapxaneya Danîşfar, Hewlêr, 2024).
  3. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, (Çapxaneya Ruksana-2021).
  4. Welî Zibêr Hostanî, Çend dastan û rûdan û serhatî di şoreş û serhildanên barzan de, Çapa yekem, (Çapxaneya Rojhelat – Hewlêr – 2017).
  5. Gazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di Xizmeta Rêbaza Barzanî de - Hecî Bêroxî, Berg 2, (Çapa Duyem - Tirkiye - 2021).
  6. Hacî Mîrxan Dolamerî, Lêgerîna li dadperweriyê, Berg 2, Çapa Duyem, (Kurdistan – 2021).
  7. Omer Osman, Jiyana Kurdekî, Berg 1 û 2, Çapa Duyem, (Çapxaneya Mukriyanî – 2008).
  8. Şîmal Zêbarî, Çend Rastiyên Veşartî di Şoreşa Gulanê de, Çapa Yekem, Çapxaneya Rojhelat, (Hewlêr – 2015).
  9. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Dastana korê 1991

Dastana Korê yek ji wan şer û pevçûnên çarenûsaz e yên ku Pêşmergeyên Kurdistanê di 7-11ê Nîsana 1991ê de li dijî artêşa Iraqê tomar kir, piştî ku artêşa Iraqê di bihara 1991ê de li hemberî hêzên Pêşmergeyên Bereya Kurdistanê ...

Agahiyên bêtir

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir