Fatih Enwer Wadî Ezîz

Fatih Enwer pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, di sala 1968an de li bajarê Çemçemalê şehîd bû.


Şehîd  Fatih Enwer Wadî di sala 1948an de li gundê Hesarê yê navçeya Şuwanê ya parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkarî û ajalvaniyê re mijûl dibû.

Di sala 1965’an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di Tabûra 2 ya Axceler ser bi hêza Rizgarî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de bi fermandariya Hacî Şêx Qadir bûye pêşmerge, di Şoreşa Îlonê de beşdarî şerê Çemçemal, Şuwan û Tebe Kurê bûye.

Di sala 1968’an de Fatih û çend hevalên xwe li ber deriyê Çemçemalê ketin kemîna artêşa wê demê ya Iraqê, piştî pevçûnan Fatih şehîd ket û rêhevalekê wî bi navê Ehmed Elî bi giranî birîndar bû û hevalên wî Ehmed Elî bi birîndar rizgar kir, lê termê Fatih di destê leşkerên Iraqê de ma, piştre ji aliyê leşkerên Iraqê yên wê demê ve cenazeyê Fatih bi maşîneyê di nava Çemçemalê de hat kaşkirin, Fatih Enwer yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir