Xeybulla Hesen Ezîz Ebas

Xeybullah Hesen pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, di sala 1969an de li navçeya Şuwanê şehîd bû.


Şehîd Xeybullah Hesen Ezîz di sala 1922an de li gundê Tebekurê yê navçeya Şuwan ya parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkariyê û ajelvaniyê re mijûl dibû, heta dibistana seretayî xwendiye, Xeybullah Hesen bi Fexriya Feqê Emîn re zewicî bû.

Di sala 1968’an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di tabûra 1’ê ya Şuwan de bi fermandariya Hemesor Husên ya Hêzên Rizgarî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bûye pêşmerge.

Di sala 1969’an de Xeybullah Hesen û 4 hevalên xwe li deriyê navçeya Şuwanê ketin kemîna artêşa wê demê a Iraqê, piştî pevçûnê Xeybullah Hesen bi birîndarî hat girtin û birin navenda navçeya Şuwanê û gulebaran kirin û şehîd bû.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir