Ce'fer Resul Hemdî
Ce'fer Resul Hemdî, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1969 an de li çiyayê Asos hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirCe'fer Resul Hemdî, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1969 an de li çiyayê Asos hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirEbdula Ehmed Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, di sala 1965 li nêzîk nahiye ya Pirdê hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirCemal Eskender Mehmud, li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî ser tixûbê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û tevahiya malbata wî zîndanî yên siyasî bûne. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û di sala 1982 an de piştî encamdana çalakiyeke partîzanî ya li nav qeza Seyid Sadiq de, ketiye nava kemîneke serbazî û cehşên rejîma Be'esê û hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirOmer Axa Mihemed Omer Axa Şiwan bi navê Omer Axayê Dolemerî hatiye nas kirin. Pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, li şoreşa duyema Barzan (1943-1945) de xebatkar bûye. Li Komara Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Mehabadê de Pêşmerge bûye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan 1976-1991 û raperîn û serhildana bihara sala 1991 de kiriye. Li Pêşmergeyetiyê da çar caran birîndar bûye. Hilgirê madalya Barzanî ye, li rêkefta 10 ê Temûza 1995 li gundê Ziyaretê hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirMistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.
Agahiyên bêtirMihemed Zekî Hesen, di sala 1953 li gundê Biyê ya li devera Berêgarê ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û li Hêza Helgurd de li cem Dilovan Salih Ebdulezîz bûye Pêşmerge. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û pêşî çûye bajarê Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî li wargeha Cehrim hatiye nîştecîh kirin.
Agahiyên bêtirMihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe.
Agahiyên bêtirKeko Mela Elî Mêrgesorî di sala 1917 li qeza Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li 12 Tişrîna Duyema sala 2000 li Mêrgesorê koça dawî kiriye û her li wir jî bi axê hatiye spartin.
Agahiyên bêtirOmer Elî Halo Sindî, di sala 1949 li gundê Bosel ya li bajaroka Derkarê ya ser bi qeza Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 Elî Halo yê bavê wî Fermandeyê Betalyona Yekê (1) Pêşmerge li Zaxo bûye. Li wê serdemê da Omer Elî karên nivîsînên bavê xwe birêvebiriye. Li 28 ê Eylûla 1968 Elî Halo li şerê Batîfa de şehîd bûye û Omerê kurê wî cihê wî girtiye û li şerên Kemeka û çiyayê Zaxo de beşdar bûye.
Agahiyên bêtirÎsmaîl Sadiq Bêtkarî, naskiriya bi (Îsmaîl Bêtkarî), û di sala 1951 li gundê Bêtkarê ya ser bi qeza Amêdiyê ji dayik bûye. Di sala 1969 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve dike û li Betalyona Hêza Dihokê dibe Pêşmerge ku Selîm Esed Xoşewî Fermandeyê wê Betalyonê bûye. Heta sala 1975 li wê hêzê de xebatê kiriye û beşdariya şerê Sertîz, Geruyê Omer Axa, Kelî Şeda (Kêlya Şeda) ya li devera Dihokê de kiriye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya sala 1975 Îsmaîl Sadiq vegeriyaye gundê xwe.
Agahiyên bêtirÎbrahîm Mihemed Ezîz, naskiriye bi (Îbrahîm Reşaveyî), di sala 1928 li gundê Reşaveya li navçeya Nehêlî ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên PDK ve dike û di sala 1961 bi destpêka şoreşa Eylûlê re bi çekê xwe çûye nav rêzên Pêşmerge.
Agahiyên bêtirHemîd Xwastî, di sala 1939 ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1976 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re dike. Di sala 1979 pileya berpirsê serbazî ya Lîjneya Navçeya Zaxo yê wergirtiye...
Agahiyên bêtir