Şehîd Mizefer Husên Hemed Emîn Hesen, di sala 1956 an de li gundê Dêlzyan ya ser bi bajaroka Diyana ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye.
Di sala 1961 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re dike û li hêza Balek de bûye Pêşmerge û beşdariya şerên Geliyê Elî Beg û Rewandiz û Gerûyê Omer Axa û Sertîzî kiriye. Di sala 1974 an de koçberî welatê Îranê dibe. Di sala 1983 bi polek ji hevalên xwe re li Mêrge Karwan ya li nêzîkî Kêleşînê dikevine nav kemîna Partiya Demokrata Îranê û şehîd dibe.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê