Şehîd Mihemed Heme Xalib Seîd Mihemed, di sala 1969 an de li gundê Şeşkê ya ser bi nahiye ya Xurmal ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Derçûyê qonaxa seretayî bûye û xêzandar bûye û xwediyê du kur û du keçan bûye.
Di sala 1985 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye û li Lîjneya Navçeya Helebçe ya ser bi Leqê Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bûye Pêşmerge.
Di sala 1988 an de beşdariya destana Xwakurkê ya li nahiye ya Sîdekan de kiriye. Yek ji êrîşên artêşa Iraqê yên li ser hêzên Pêşmerge de şehîd bûye û her li wir li çiyayê Xwakurkê bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê