Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.


Şehîd Mihyedîn Mistefa Salih, di sala 1923 an de li gundê Kawlebas ya ser bi bajaroka Sîdekan ya li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û kesayetiyeke navdarê navçeyê bûye û xêzandar bûye.

 

Di sala 1962 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1971 an de bi fermana Mistefa Barzanî bûye Amir Betalyon ya ser bi Baregeha Barzanî û li jêr çavdêriya Îdrîs Barzanî de bûye û beşdariya gelek ji şerên devera Sîdekan û Soran de kiriye. Paşê bûye Fermandeyê Betalyonê ya li hêza Barzan. Di sala 1982 an de dema bi serdanê ji Îranê ve vedigerê gundê xwe ku wê demê navçeyê azadkiriyê şoreşê bû, ji aliyê hejmarek bi kirê girtiyên rejîma Be'es ve êrîş li ser mala wî tê kirin û agir ber didin mala wî û li rûbirûbûneke dijwar de navbihurî şehîd dibe.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir