Mistefa Xerîb Şêx Osman

Mistefa Xerîb Şêx Osman, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, li sala 1974 an de li Geliyê Elî Beg hatiye şehîd kirin.


Şehîd Mistefa Xerîb, li sala 1942 an de li gundê Balekiyan ya bajaroka Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlê karê cotkariyê bûye. Nexwendewar bûye û jiyana hevjîniyê pêkaniye.

 

Di sala 1974 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li betalyona Hemîd Efendî ya ser bi hêza Balek bûye Pêşmerge. Beşdariya şerên Gorez û Sertîz û Gerwe bêşê û Geliyê Elî Beg de kiriye. Li 16 ê Nîsana 1974 an de di dema êrîş birina ser artêşa rejîma Iraqê, li Geliyê Elî Beg bi birayeke xwe yê bi navê Şêx Xerîb Şêx re ku ew jî Pêşmerge bû, bi gulleya rejîma Iraqê hatine şehîd kirin.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir