Selîm Ehmed Selîm Reşo

Selîm Ehmed Selîm Reşo, di sala 1914 li devera Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1945 beşdariya şoreşa duyema Barzan de kiriye. Di sala 1961 bi destpêkirina şoreşa Eylûlê re peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re dike. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe. Di sala 1996 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye. Di sala 2005 koça dawî kiriye.


Selîm Ehmed Selîm Reşo, di sala 1914 li gundê Çiyê li devera Nêrwe û Rêkan ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye.

 

Di sala 1945 beşdariya şoreşa duyema Barzan de kiriye. Di sala 1961 bi destpêkirina şoreşa Eylûlê re peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşê ve kiriye û li şerê Geliyê Zawîte û şerên Behdînan ya li salên 1961-1962 ji bo derxistina artêşa Iraqê û cehşên li navçeyê de beşdar kiriye. Sînar Ehmedî birayê wî yê li sala 1961 şehîd bûye.

 

Di sala 1962 bi Mele Mistefa Barzanî re derbasî navçeya Soran û devera Balek bûye. Li şerê Sofiyên ser bi Şêx Reşîdê Lolan û şerê Sefîn de beşdar kiriye. Di sala 1965 li şerê Qeredax, şerê Pîremegrun, şerê Serê Spîlk, şerê Kêwereş, şerê Dêrê li devera Amêdî, şerê Geliyê Elî Beg li nahiye ya Diyana û devera Doskî de beşdar kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe û li bajarê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê nîştecîh dibe û li wir bi malbata xwe re ji bo bajarê Sebzewar ya li parêzgeha Xorasan hatiye veguhestin û dawiyê jî ji bo bajarê Şarudî ya parêzgeha Siminan hatiye veguhestin.

 

Di sala 1977 beşdariya şoreşa Gulan dike û her li wê salê da kurekî wî yê bi navê Hecî Selîm Şehîd bûye. Di sala 1982 li ser raspardeya Îdrîs Barzanî bi du kur û birazayekî û hejmarek pêşmergeyên din vegeriya ye Geliyê Reş, Çiyayê Bradost, navçeya Xwakurk û bi awayeke mefrezeya gerok dest li dijmin weşandiye. Di sala 1991 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û beşdariya raperîna cemaweriya Kurdistanê dijî sazî û dezgehên Hikûmeta Iraqê kiriye.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzanî kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Li roja 21 ê Tişrîna duyema sala 2005 ji ber nexweşiyê koça dawî kir.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir