Reşîd Îsomerî

Reşîd Mihemed Feqo bi navê )Reşîd Îsomerî(و hatiye nas kirin. Di sala 1941 li gundê Îsomer ya li devera Barzan ser bi qeza Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1961 piştî destpêkirina şoreşa Eylûlê peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1962 pileya Serqolî wergirtiye. Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


Reşîd Mihemed Feqo bi navê Reşîd Îsomerî hatiye nas kirin. Di sala 1941 li gundê Îsomer ya li devera Barzan ser bi qeza Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Nexede nîştecîh bûye. Li wir ji bajarê Kerec hatiye veguhestin. Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Li roja 7 ê temmuza sala 2013 koça dawî kiriye.

 

Di sala 1961 piştî destpêkirina şoreşa Eylûlê peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li cem Zubêr Feqo yê biraya xwe bûye Pêşmerge. Reşîd Mihemed Feqo beşdariya şerên Geliyê Zawîte û Lomana û Maxobiznî ya li devera Behdînanê kiriye. Di sala 1962 piştî şehîdbûna Zubêr Feqo yê birayê xwe ya li şerê Mirêba li cihê wî bûye Serqol. Beşdariya şerên Serê Akrê ya li sala 1962 û şerê Pîris li sala 1963 de kiriye. Piştî paqijkirina devera Behdînan ji artêş û cehşên Iraqê, bi Mele Mistefa Barzanî re derbasî devera Soran bûye û li wir bûye pasevanê taybetî yê Mele Mistefa Barzanî û heta sala 1975 li wê erkê de berdewam bûye.

 

Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê vegeriya ye Kurdistanê û beşdariya şerê dijî artêşa Iraqê kiriye. Di sala 1993 bûye berpirsê Lîjneya Civakî ya ser bi Mekteba Civakiya Giştî ya li gundên Nizarî.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzanî kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir