Se'do Kurkî

Selîm Derbas Hemed bi navê (Se'do Kurkî) hatiye nas kirin. Di sala 1937 li Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1970 bûye Serleq, sala 1979 li kongreya nehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê de beşdariyê kiriye. Di sala 1987 endamê lîjne û berpirsê beşê serbaziya lîjneya navçeya Zaxo bûye. Di sala 1995 pileya Fermandeya Hêza 17 ê Artêşa Yek ya Zaxoyê wergirtiye. Yek ji hilgirên madalya Barzanî ye û di sala 2012 koça dawî kiriye.


Selîm Derbas Hemed bi navê Se'do Kurkî hatiye nas kirin. Di sala 1937 li gundê Kurka ya li devera Gulî ya ser bi qeza Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê hevjîn û zarokên xwe bi cîh hiştiye û li tixûbê di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê re derbas bûye û çûye gundê Enbê li Urmiyê û ji wir ve jî çûye Rajan û Zêwe, li wir jî ew ji bo Bender Ebas û Bender Linge hatiye veguhestin. Zarok û xêzana wî jî ji aliyê hewalgiriya artêşê ve ji bo bajarê Nasiriye ya Başûrê Iraqê têne dûr xistin. Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê vegeriya Kurdistanê û li bajarê Zaxo nîştecîh bûye. Di sala 1997 tûşî nexweşiya şêrpence bûye, ji bo wergirtina çareseriyê ew şandine welatên Tirkiye, Suriye, Nemsa, Elmanya. Li roja 25ê Gulana 2012 li Zaxo koça dawî kiriye. 

 

Di sala 1958 li tixûbê Batîfa peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye berpirsê şane. Di sala 1961 peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye li hêza Dihok de bûye Pêşmerge. Di sala 1962 bûye berpirsê îdareya heman hêzê. Li navbera salên (1961-1963 beşdariya çend xulekî bikaranîna çekan kiriye. Di sala 1970 bûye Serleq û pasevanê tixûb li Dihokê. Di sala 1974 û piştî despêkirina şer ji aliyê rejîma Iraqê ve li dijî hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê, navbihurî vegeriya hêza Dihokê û beşdariya şerên navçeya Dihokê kiriye.

 

Di sala 1976 çûye bajarê Kerec, di sala 1977 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji wir ve diçê Bakûrê Kurdistanê û qeza Çelê û Uludere û Hedrîşê. Ew navçe navenda Pêşmergeyên gerokên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û bi mefrezeyên gerok xebata xwe berdewam dike û ziyaneke zêde bi dijminan digihîne.

 

Di sala 1979 li kongreya nehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê de wekî endamê kongreyê beşdar kiriye. Li wê kongreyê da Serok Mesûd Barzanî Klaşnîkofekî wekî bi xelat pê dibexşê. Piştî temambûna kongreyê vedigerê Komate ku Baregeha Leqa Yek li wir bûye. Di sala 1980 bûye berpirsê pasevanên lîjneya navçey Zaxo. Di sala 1981 erkê Cîgirê Berpirsê Rêxistina Zaxoyê wergirtiye. Di sala 1983 bûye berpirsê rêxistina Şingal li Zaxo. Di sala 1987 endamê lîjne û berpirsê beşê serbaziya lîjneya navçeya Zaxo bûye.

 

Di sala 1988 piştî encamdana operasyona berfireha Enfal û Kîmyabaran kirina navçeya Behdînan, ji aliyê rejîma Be'es ve, Se'do Kurkî diçe Bakûrê Kurdistanê û ji wir ve jî ew vediguhezin wargeha penaberan ya li Amedê û her li wir erkê lîjneya penaberan wergirtiye.

 

Di sala 1991 piştî vegerana bajarê Zaxo berpirsiyariya lîjneya navçeya Derkarê ya li Zaxo wergirtiye. Di sala 1992 pileya Cîgirê Leşkerê Sê ya Dihokê wergirtiye. Di sala 1994 pileya Fermandeya Betalyona Şeş ya li Artêşa Yekê Zaxoyê wergirtiye. Di sala 1995 erkê Fermandeya Hêzê 17ê Artêşa Yekê Zaxo wergirtiye.

 

Se'do Kurkî li jiyana Pêşmergeyetiyê de beşdarî çendîn şeran kiriye. Hinek ji wan, sala 1962 şerê Baregeha Casan li gundê Bedrik ya li navçeya Cembur ya ser bi Musilê. Şerî Banî Dêrîk li navçeya Doskî, şerê Dihokê, şerê Geliyê Zawîte, di sala 1963 şerê çiyayê Metînan, şerê çiyayê Bêrz û Bêtas. Di sala 1982 şerê navçeya Zembîlfiroş ya li navçeya Batîfa. Di sala 1984 şerê navçeya Zaxo. Di sala 1987 şerê Kanî Masê. Di sala 1994 şerê Şeqlawe. Di sala 1995 li şerê gundê Babîrê de birîndar bûye.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.



 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir