Ne'man Heme Ehmed Baweys

Ne'man Heme Ehmed Baweys, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û berketiyê çekê kîmyayî bûye û di sala 1988 an de ketiye nav kemîneke serbazî ya hewalgiriya rejîma Be'es û di dema destgîr kirinê û heta niha wendaye û yek ji wan şehîdane ku gora wî nehatiye dîtin û wendaye.


Şehîd Ne'man Heme Ehmed di sala 1970 an de li gundê Kanîskanî ya ser bi nahiye ya Xurmal ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Di sala 1978 an de ew bi zorê veguhestine wargeha Şanêr û wê demê xwendekarê qonaxa navendî bûye.

 

Di sala 1983 an de peywendiyê bi rêxistinên Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye. Di sala 1984 an de çek hilgirtiye û li hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge.

 

Beşdariya şerên gundê Rîşên û şerê Qeredax û şerê Ehmed Awa û şerê Mile Qonere û şerê çiyayê Newê û çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûrê de kiriye.

 

Di sala 1987 an de li Kilkey Olesimt ya li çiyayê Newê bi hevsengereke xwe yê bi navê Mihemed Heme Newê ketine nav kemîna hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û gelek bi dijwarî birîndar bûne. Di sala 1988 an de li çiyayê Qeredax bi çend hevsengereke xwe ve berketiyê çekên kîmyayî bûne.

 

Di sala 1988 an de ji bo çalakiyeke patîzanî vegeriya ye nêzîk Seyid Sadiq û li wargeha bi zorê ya Barîke ketiye nava kemîneke serbazî ya Emna Erbet û hatiye destgîr kirin. Di dema destgîr kirinê û heta niha jî hatiye wendakirin û bê serûşûne. Yek ji wan şehîdane ku gora wî wendaye. 



 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif

Mihemed Heme Kerîm Heme Sadiq Yusif, piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1991 an de û li azad kirina qeza ya Seyid Sadiq de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Ferec Şaweys Nadir

Mihemed Ferec Şaweys Nadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de sê caran birîndar bûye û pileya endamê Lîjneya Navçeyê wergirtiye. Di sala 1986 an de li nêzîkî gundê Ehmed Awa ketiye nava kemîneke serbazî ya rejîma Be'es û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir