Mihemed Tofîq Ezîz Mihemed

Mihemed Tofîq Ezîz Mihemed bi navê bi (Heme Çawciwan), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1974 li çiyayê Zozik de şehîd bûye.


Şehîd Mihemed Tofîq Ezîz Mihemed bi navê bi (Heme Çawciwan), hatiye nas kirin û li salaî 1951 an de li nahiye ya Xurmal ya ser bi parêzgeha Helepçe ji dayik bûye. Niştecihê Xurmal û bazirganiya di nava bazarê de kiriye. Xwendekarê qonaxa navendî bû û Mihemed Tofîq Ezîz Mihemed xêzandar bûye û navê xêzana wî Şikofe Seîd bû û bi navê Rêzan xwediyê keçek bûye. 

 

Şehîd Mihemed Tofîq Ezîz Mihemed, li sala 1968 an de bûye Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê û peywendiyê bi Leqa Pênc ya betalyona heft ya Biyare ya ser bi hêza xebata Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye ku li wê demê de Hisên Begê Ciwanroyî Serleq û Cemal Namiq Fermandeyê Betalyonê bûye.

 

Beşdariya şerê di sala 1969 an de ya cehşên Kolwane Surekan ya li Ebabeylê û di sala 1974 an de çiyayê Şinirwê, di sala 1974 an de şerê Derbendîxan, di sala 1974 an de şerê Derwazî Erbet, di sala 1974 an de şerê Hacî Omeran, di sala 1974 an de şerê Sertîz, di sala 1974 an de şerê çiyayê Zozik de kiriye. 

 

Li 27 ê tişrîna yekem ya 1974 li encamê topbarana topxaneyên rejîma wê demê ya Iraqê li ser sengerên hêzên Pêşmerge ya li çiyayê Zozik de Mihemed Tofîq şehîd bûye. 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir