Azad Ebdulqadir Seîd, siyasetmedar bi navê (Azad Qeredaxî), hatiye nas kirin. Di sala 1969 an de xwendekarê derçûyê xula duyem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreya nehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlemena Kurdistanê) ya li xula yekem de bûye. Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreya yanzdehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî ya li bajarê Hewlêrê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Azad Ebdulqadir Seîd di sala 1947 an de li navçeya Qeredax ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Di derçûyê amadeyî ya çandinê. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Şahnişîna Îranê bûye û wekî penaber li wir jiyana xwe bi ser biriye û bi kar kirina li kargehan de derbara xwe û malbata xwe peyda kiriye. Di sala 1977 an de li mala wî cihê hewandina wan kesan bûye ku peyamên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) re dianîn. Di sala 2000 an de koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Swêdî bûye.
Xebatname
Azad Qeredaxî di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1964 an de endamê lîjneya rêxistina Qeredax ya ser bi lîjneya navçeya Silêmaniyê ya ser bi lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li meha nîsana 1969 an de bi sîh û yek (31), xwendekarên li xula duyem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye wergirtin û li meha Tebaxa 1969 an de bi awayeke serkeftî derçûye. Di sala 1971 an de berpirsê lîjneya navçeya Dukan ya ser bi lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di salên (1972 - 1974) bi berpirsê lîjneya navçeya Ranye ya ser bi lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1974 an de bi kargêrê lîjneya leqa heft hatiye hilbijartin ku baregeha wê li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye.
Di sala 1974 an de li bereya Pilingan ser bi parêzgeha Silêmaniyê şerê dij bi hêza bejayî artêşa Iraqê dikir û têda birîndar bûye. Di sala 1979 an de endamê lîjneya xwe rêkxistina serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li nav penaberên Başûrê Kurdistanê yên li Komara Îslamiya Îranê da bûye. Di sala 1979 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê yê li gundê Rajan ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreya nehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1979 an de bûye kargêrê lîjneya leqa çar. Li havîna sala 1982 an de beşdariyê li azad kirina caddeya (Helebce ـ Seyid Sadiq) ya ser bi parêzgeha Helebçeyê kiriye. Di sala 1986 an de bûye berpirsê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1987 an de pileya wî ji bo bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye bilind kirin. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Li 28 ê şubata 1991 berî serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê wekî berpirsê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi hêzeke Pêşmerge re gihîştiye Çiyayê Bemo û binkeyeke Pêşmerge têda damezrandiye. Di sala 1991 û di dema raperîna Başûrê Kurdistanê da li Bereya Kurdistanî de bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê endamê serkirdayetiya mîhwera (Silêmanî ـ Kerkûk) ê bûye û bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya civîna Çemçemal ya Bereya Kurdistanî ya ji bo azad kirina bajarê Kerkûkê de kiriye. Heman salê wekî serkirde û fermande beşdariya azad kirina bajarê Kerkûkê de kiriye. Li 12 ê nîsana 1991 piştî koçberiya milyonî li şerê çiyayê Ezmer ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê dijî bi helmeta artêşa bejayî ya Iraqê de beşdar kiriye û li wê şerê de birîndar bûye. Li nava sala 1992 berbijêrê lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 1992 an de ji aliyê dengderan ve bi endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistanê li ser lîsta Zer ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li dawî ya sala 1992 li xebatkarê bîst û şeşemê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi berpirsê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin. Li dawî ya sala 1992 an de li xebatkarê bîst û heftem ya lîjneya leqa du de bi berpirsê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin.
Di sala 1993 an de ji aliyê nûnerên kongreya yanzdehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî li bajarê Hewlêrê hatiye hilbijartin. Li meha tebaxa 1993 an de ji aliyê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî ve bi yekemîn berpirsê lîjneya leqa yanzdehê Ranye yê hatiye destnîşan kirin û heta meha Gulana 1994 an li ser kar bûye. Li 23 ê kanuna yekema 1994 heta 28 ê Adara 1995 ligel 58 Parlementerên Encûmena Niştimaniya Kurdistanê yên li ser hemû lîsteyan, ji bo şermezar kirina şerê navxwe li hola Encûmena Niştimaniya Kurdistanê amade bûye. Li 19 ê kanuna yekema 1996 û li xula yekem da endamê lîjneya karubarên Pêşmerge ya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Li 9 ê Eylûla 1998 an de her li xula yekem de endamê lîjneya mafên mirov û lêpirsînan û endamê lîjneya karubarê Pêşmerge ya li Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 1999 endamê kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû. Heman salê berpirsê mekteba civakiya giştî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li şeva 11 ê kanuna duyema 2000 an de li nexweşxaneya Karolînska ya li bajarê Stockholm a paytexta Şahnişîna Swêdê bi nexweşiyeke kujinde koça dawî kiriye. Roja pênçşema 10 ê şubata 2000 an termê wî li merasîmeke mezin da li goristana Pîrmam ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.