A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Hemze Ebdula

Yasanas û siyasetmedar, Hemze Ebdula Omer Aşur, bi navên Lezgîn, Mela Re‌hîm û Mela Birayîm hatiye nas kirin. Di sala 1936 endamê komîteya navendî ya Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1945 li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) endamê lîjneya azadî bûye...

Agahiyên bêtir

Hebîb Mihemed Kerîm

Yasanas û siyasetmedar ‌Hebîb Mihemed Kerîm Ebdulrehman, bi navên Hebîb Feylî, Hebîb Mam Kerîm, Kake Hebîb hatiye nas kirin. Di sala 1964 û li kongreya şeşem 1964, kongreya heftem 1966 û kongreya heştem 1970 bi endamên partiyê û Sekreterê Komîteya Navendî û Berpirsê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin‌.

Agahiyên bêtir

Hecer Sindî

Efser û siyasetmedar Hecer Îsmaîl Cano, bi navê Hecer Sindî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye...

Agahiyên bêtir

Hemîd Xwastî Îsmaîl

Hemîd Xwastî, di sala 1939 ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1976 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re dike. Di sala 1979 pileya berpirsê serbazî ya Lîjneya Navçeya Zaxo yê wergirtiye...

Agahiyên bêtir

Hejar Mukriyanî

Ebdulrehman Mihemed Şerefkendî, bi navê (Hejar Mukriyanî), hatiye nasîn. Di 13 ê Nîsana 1921 li bajarê Mehabad ya Rojhilata Kurdistanê ji malbateke rewşenbîr û Kurdperwer ji dayik bûye. Hejar kurê Hacî Mela Mihemed Şerefkendî yê kesayetiyê diyarê Kurdistanê û birayê Sadiq Şerefkendî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ye.

Agahiyên bêtir

Hacî Xidir Omer Ezîz

Hacî Xidir Omer naskiriye bi navê (Hacî Xidir), di sala 1956 li gundê Bêxebar ya li navçeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li betalyona çar ya Hecî Qado (Qedo) li Zaxo bûye Pêşmerge ku Îsa Siwar Fermandeyê wî bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 vegeriyaye navçeya xwe. Paşê têkilî û peywendiyê bi şoreşa Gulan ve dike û bi mefrezeyên Meho Gewda heta ku sala 1983 li gelek şeran de beşdariyê kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Elî Mihemed Ehmed

Heyder Elî naskiriye bi (Heyder Xanî Germiyan), Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulanê bûye, endamê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, li sala 1981 li ser tixûbê di navbera Îran û Iraqê şehîd dibe.

Agahiyên bêtir

Heyder Elî Mihemed Ehmed

Heyder Elî naskiriye bi Heyder Xanî Germiyan, Pêşmergeyê şoreşa Îlonê û Gulanê bûye, endamê kongreya nehem ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1981 li ser tixûbê di navbera Îran û Iraqê şehîd dibe.

Agahiyên bêtir

Hiwa Geylanî

Hîwa Qadir Ehmed bi nasnav Hîwa Geylanî di sala 1970ê de li gundê Gênawî yê devera Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye

Agahiyên bêtir

Helîme Ebdulla Ehmed

Helîme Ebdullah Ehmed, bi navê Dayika Helîme jî tê naskirin, di sala 1937an de li gundê Piştagirî yê ser bi devera Zawîte ya parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye, hevjînê wê Fermandar Ebdulhadî Mihemed Saado, serliqê tabûra 4. a Mihemed Hesen Bajilûrî bû, di sala 1975an de Ebdulhadî li çiyayên pişta Duhokê şehîd bû, Dayîka Helîme tevî şeş kur û çar keçên xwe li gundê xwe ma û yek ji wan jinên fedakar û leheng e ku hevjîn û 4 kurên wê di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne...

Agahiyên bêtir

Hacî Resûl Husên (Axayê Kosretan)

Resûl Husên ku bi navê Hacî Axayê Kosretan jî tê naskirin, di sala 1901ê de li gundê Mêrge yê ser bi navçeya Gelale ya navçeya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. beşdarî Komara Demokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye, piştî rûxandina komarê vegeriya gundê Zêwke yê girêdayî Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê...

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmoktar a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1953’an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de wek endamê komîteya rêvebir hat hilbijartin û piştî demekê kin wek sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hat destnîşankirin, di sala 1960an de ji aliyê nûnerên Kongreyê ve wek endamê yedek di Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) de (Kongreya 5emîn) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir