Hacî Resûl Husên (Axayê Kosretan)

Resûl Husên ku bi navê Hacî Axayê Kosretan jî tê naskirin, di sala 1901ê de li gundê Mêrge yê ser bi navçeya Gelale ya navçeya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. beşdarî Komara Demokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye, piştî rûxandina komarê vegeriya gundê Zêwke yê girêdayî Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê...


Resûl Husên ku bi navê Hacî Axayê Kosretan jî tê naskirin, di sala 1901ê de li gundê Mêrge yê ser bi navçeya Gelale ya navçeya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. beşdarî Komara Demokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye, piştî rûxandina komarê vegeriya gundê Zêwke yê girêdayî Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê û beriya ku Barzanî yê nemir ji Yekîtiya Sovyetê vegere Iraqê, li cem xizmên xwe ma, beşdarî çend şerên li dijî rejîma Iraqê bûye herwiha li dijî sûfiyên Şêx Reşîdê Lolanî jî şer kiriye.

Piştî ku Barzanî ji Behdînanê derbasî Soranê bû, Hacî Resûl yek ji wan pêşmergeyan bû ku di 11ê Tîrmeha 1962an de êrişî ser kela Rayetê kir û hemû leşker û şervanên di nava kelhê de girtin. Piştre beşdarî şerên Benî Herîr, Pira Binkêlanê û Kospe Spî ya li ser Rêya Hamilton bûye. Heta sala 1975ê pêşmergeyê Balekayetiyê û zêrevanê Mekteba siyasî bû li gundê Nawpirdanê.

Di sala 1975’an de piştî rûxandina Şoreşa Îlonê diçe gundê Kosretan û li wir dimîne, di sala 1977’an de bi malbat ve ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo Komelgeha Bestore ya Hewlêrê hat veguhestin, di sala 1979an de kurê wî Îbrahîm Hacî li çiyayê Girtalanê li gundê Kosratan ê navçeya Çomanê şehîd bûye, piştî şehadeta kurê xwe bi sê kur û xizmên xwe re di roja 12’ê Nîsana 1979’an de bir rêya Şînê û Qasimereşê re xwe gihand Rojhilatê Kurdistanê û Peywendî bi serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re kir, ew tevî kur û xizmên xwe careke din tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bûn, li devera Balekayetiyê wek desteyek gerok beşdarî Şoreşa Gulanê bûn.

Di sala 1991ê de vegeriya Başûrê Kurdistanê û li devera Xoşnawetî beşdarî serhildana gelê Kurd bû, heta temenê 85 salî weke pêşmergetî berdewam kir, di sala 1992an de vedigere gundê Kosratan ê navçeya Çomanê û heta mirina xwe li wir dimîne.

Di 16ê Tebaxa 1996an de ji ber xizmetên wî kirîn di Yobîla Zêrîn ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Barzanî ve bi medalyaya Barzanî hat xelatkirin.

Di 12ê Tîrmeha 2002an de koça dawî kir.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Yasîn Bêroxî

Yasîn Cewher Mamal, bi navê (Yasîn Bêroxî), hatiye nas kirin. Di sala 1925 li parêzgeha Hekarî ji dayik bûye. Di sala 1946 li Komara Dêmokratîka Kurdistanê de peywendiyê bi hêza Barzan re kiriye. Di sala 1961 bûye Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Zekî Hesen

Mihemed Zekî Hesen, di sala 1953 li gundê Biyê ya li devera Berêgarê ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û li Hêza Helgurd de li cem Dilovan Salih Ebdulezîz bûye Pêşmerge. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û pêşî çûye bajarê Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî li wargeha Cehrim hatiye nîştecîh kirin.

Agahiyên bêtir

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe.

Agahiyên bêtir

Keko Mela Elî

Keko Mela Elî Mêrgesorî di sala 1917 li qeza Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li 12 Tişrîna Duyema sala 2000 li Mêrgesorê koça dawî kiriye û her li wir jî bi axê hatiye spartin.

Agahiyên bêtir