Şehîd Heyder Elî li sala 1932 li gundê Mehmud Qacarî ser bi qezaya Xaneqînê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye. Heyder Xanî Germiyan xêzandar bûye û navê xêzana wî Nesrîn Murade û xwediyê çar kur û sê keçan bûye.
Sala 1967 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li cem Ekber Heyder Suremîrî ku li wê demê de ser bi hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, bûye Pêşmerge. Beşdariyê destanên Bemo sala 1967 şerên tixûbên Xaneqînê, şerê Şarbajêr sala 1969 de kiriye. Li sala 1967 li destana Çiyayê Bemo fîşekeke serbaziya wê demê ya Iraqî li ber ketiye û birîndar bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê û li sala 1975 koçberê welatê Îranê bû û li bajaroka Rewanser ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê nîştecîh bûye.
Heyder Xanî Germiyan li Şoreşa Gulanê da berdewamiyê bi çalakiyên xwe yên çekdarî daye li gel hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û li wê demê de ser bi hêza lîjneya navçeya Xaneqînê ya ser bi Leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û Ekber Heyder Suremîrî Berpirsê Lîjneya Navçeyê bûye.
Li sala 1978 li şerê Şarbajêr fîşekeke serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqî li ber ketiye û bi dijwarî birîndar bûye, ji bo çareser kirinê şandine nexweşxaneya bajarê Tehranê welatê Îranê.
Li sala 1979 bûye endamê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li welatê Îranê û piştî kongreyê raste rast pileya kargêrî ya Lîjneya Navçeya Xaneqînê wergirtiye.
Li 26 ê Temuza 1981 li gel desteyeke deh kesên hevsengerên xwe yên li ser tixûbê di navbera Îran û Iraqê mayin û mînên çandî ya rejîma Be'es pêda teqiye û Heyder Xanî Germiyan şehîd bûye. Paşê ji aliyê hevsengerên xwe ve laşê wî veguhestine Kirmaşanê û li goristana Hesen Awaya di navbera Kirmaşan û Rewanser bi axê hatiye spardin. Heman demê de li gel Heyder Xanî Germiyan du hevsengerên bi navên Erîf Qadir û Ebas Germiyanî şehîd bûne û Ekber Heyder Suremîrî, Mela Ezîz Germiyanî, Cebar Heyder Suremîrî bi dijwarî birîndar bûne.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.