Hacî Xidir Omer Ezîz

Hacî Xidir Omer naskiriye bi navê (Hacî Xidir), di sala 1956 li gundê Bêxebar ya li navçeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li betalyona çar ya Hecî Qado (Qedo) li Zaxo bûye Pêşmerge ku Îsa Siwar Fermandeyê wî bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 vegeriyaye navçeya xwe. Paşê têkilî û peywendiyê bi şoreşa Gulan ve dike û bi mefrezeyên Meho Gewda heta ku sala 1983 li gelek şeran de beşdariyê kiriye.


Di sala 1983 bûye berpirsê rêxistina Xebat ya li navçeya Zaxo. Li sala 1988 piştî lehiya operasyona Enfalê û kîmyabarankirina navçeya Behdînanê çûye Bakûrê Kurdistanê û li wir jî ew veguhestine wargeh û kempa penaberan ya li Amedê(Diyarbekir). Piştî serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê ya li sala 1991 vegeriyaye nav rêzên hêzên Pêşmerge û bûye berpirsê kertê Bêrsiyav. Di sala 1992 bûye Fermandeyê Leşkerê Yek ya Zaxo, li sala 1994 jî bûye Fermandeyê Betalyonê.

 

Hacî Xidir Omer li şerê Aluk û Serteng ya li sala 1978 de beşdariyê kiriye û li şerê 14 ê 12(Kanûna Duyema) 1978 da birîndar bûye. Di sala 1983 li şerê Ketîne ya li çiyayê Qendîlê de beşdarbûye û li 22 ê Eylûla 1983 duyemîn car birîndar bûye, sala 1984 dema artêşa Iraqê êrîşî ser lîjneya navçeya Zaxo kir, beşdariyeke çalak li berevanîkirinê de hebû û li 01 ê Eylûla 1984 sêyemîn caran birîndar bûye. Di heman salê û di dema beşdarîkirina şerê Pêge ya gundê Avgeniyê li 26ê Kanûna Yekema 1987 cara çarem birîndar bûye. Her wiha li şerên berevaniya li şerîet li 12ê Tişrîna Yekema 1992 û 28 ê Tişrîna Duyema 1992 di dema beşdarbûna şerên devera Zaxo û li Serê Dêrê du carên din jî birîndar bûye. Di kongreya 13 ê sala 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalya Barzaniyê Nemir ve hatiye xelatkirin. Niha li Artêşa Yek ya Şingalê, bi pileya Amîd, Fermandeyê Hêze.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Selîm Ehmed Selîm Reşo

Selîm Ehmed Selîm Reşo, di sala 1914 li devera Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1945 beşdariya şoreşa duyema Barzan de kiriye. Di sala 1961 bi destpêkirina şoreşa Eylûlê re peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re dike. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe. Di sala 1996 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye. Di sala 2005 koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Se'do Kurkî

Selîm Derbas Hemed bi navê (Se'do Kurkî) hatiye nas kirin. Di sala 1937 li Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1970 bûye Serleq, sala 1979 li kongreya nehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê de beşdariyê kiriye. Di sala 1987 endamê lîjne û berpirsê beşê serbaziya lîjneya navçeya Zaxo bûye. Di sala 1995 pileya Fermandeya Hêza 17 ê Artêşa Yek ya Zaxoyê wergirtiye. Yek ji hilgirên madalya Barzanî ye û di sala 2012 koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Reşîd Îsomerî

Reşîd Mihemed Feqo bi navê )Reşîd Îsomerî(و hatiye nas kirin. Di sala 1941 li gundê Îsomer ya li devera Barzan ser bi qeza Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1961 piştî destpêkirina şoreşa Eylûlê peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1962 pileya Serqolî wergirtiye. Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Yasîn Bêroxî

Yasîn Cewher Mamal, bi navê (Yasîn Bêroxî), hatiye nas kirin. Di sala 1925 li parêzgeha Hekarî ji dayik bûye. Di sala 1946 li Komara Dêmokratîka Kurdistanê de peywendiyê bi hêza Barzan re kiriye. Di sala 1961 bûye Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir