Helîme Ebdulla Ehmed

Helîme Ebdullah Ehmed, bi navê Dayika Helîme jî tê naskirin, di sala 1937an de li gundê Piştagirî yê ser bi devera Zawîte ya parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye, hevjînê wê Fermandar Ebdulhadî Mihemed Saado, serliqê tabûra 4. a Mihemed Hesen Bajilûrî bû, di sala 1975an de Ebdulhadî li çiyayên pişta Duhokê şehîd bû, Dayîka Helîme tevî şeş kur û çar keçên xwe li gundê xwe ma û yek ji wan jinên fedakar û leheng e ku hevjîn û 4 kurên wê di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne...


Helîme Ebdullah Ehmed, bi navê Dayika Helîme jî tê naskirin, di sala 1937an de li gundê Piştagirî yê ser bi devera Zawîte ya parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye, hevjînê wê Fermandar Ebdulhadî Mihemed Saado, serliqê tabûra 4. a Mihemed Hesen Bajilûrî bû, di sala 1975an de Ebdulhadî li çiyayên pişta Duhokê şehîd bû, Dayîka Helîme tevî şeş kur û çar keçên xwe li gundê xwe ma û yek ji wan jinên fedakar û leheng e ku hevjîn û 4 kurên wê di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne. Di 29ê Nîsana 1997an de koça dawî kir.

Piştî rûxandina rejîma Şahê Îranê, gelek pêşmerge çûnê Başûrê Kurdistanê, mala Dayîka Helîme bûye penageha hêzên pêşmerge. Di destpêka sala 1982’an de yek ji kurên wê bi navê Eyûb bû pêşmerge û di 10’ê Sibata 1982’an de li gundê Geverkê şehîd bû. Piştî wî kurekî din ê bi navê Îsmaîl bû pêşmerge û di 29ê Îlona 1984an de li Çiyayê Kemeka li nêzîkî gundê Baboxkê şehîd bû û cenazeyê wî kete destê artêşa Iraqê. Sêyemîn kurê Dayîka Helîme  bi navê Selah piştî şehîdbûna birayên xwe bû pêşmerge û di 20ê Tîrmeha 1986an de li Akrê şehîd bû. Piştî şehîdbûna birayên xwe, kurê Halîme yê çaremîn bi navê Mihemed ku bi navê Hemo jî tê naskirin, tevlî hêzên Pêşmerge dibe û di 19ê Nîsana 1987an de li ser rêya sereke ya di navbera Duhok û Amêdiyê de şehîd dibe.

Mala Dayîka Helîme hertim weke baregeha hêzên Pêşmerge li herêmê hatiye dîtin û ji aliyê xelkê ve bi rêz û hezkirinê hatiye girtin. Di sala 1985’an de berê xwe dide deverên rizgarkirî û li gundên Badê û Botiya yên Zawîte û Xaziyava bi cih dibe. Di sala 1988’an de piştî Enfal û kîmyabarana rejîma Iraqê li ser deverê, wê û zarokên xwe hewl dan biçin Bakurê Kurdistanê, lê belê ji aliyê artêşa Iraqê ve hat astengkirin û neçar ma ku vegere û demekê li daristanekê xwe veşart, piştre ji aliyê rejîmê ve hatin girtin û 14 rojan di zindanê de man û ji ber nerazîbûnên xelkê deverê hatin berdan.

Di sala 1991 de yek ji pêşengên serhildana gelê Kurdistanê bû, di roja 16ê Tebaxa 1996ê de bi boneya Yobîla Zêrîn ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bi medalyaya Barzanî hat xelatkirin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir