Hecer Sindî

Efser û siyasetmedar Hecer Îsmaîl Cano, bi navê Hecer Sindî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye...


Efser û siyasetmedar Hecer Îsmaîl Cano, bi navê Hecer Sindî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye. Di sala 1979 û li kongreya nehem da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1984 an de rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi cîh hiştiye û çûye Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka yê.


Jiyanname

Hecer Îsmaîl li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1955 li xwendingeha seretayî ya Bêrsivî dest bi xwendina xwe kiriye. Di sala 1969 an de li xula bîst û şeşemê kolêja polîsan ya li Bexdayê hatiye wergirtin û di sala 1972 bi pileya Mulazim Duyemê Polîs, bawernameya xwe wergirtiye û heman salê li binkeya polîsên Helebçe wekî Efser hatiye damezrandin. Di sala 1984 diçe Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka yê. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî ye.


Xebatname

Hecer Îsmaîl, di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê re kiriye û di sala 1962 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1974 peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1974 bi Cîgirê Dezgeha Bêtelê ya Şoreşa Eylûlê tê damezrandin. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye û bi berpirsê Ordogaya Pêşmerge ya li Seltekan hatiye destnîşan kirin. Di sala 1976 wekî penaber çûye Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka yê.

 

Li sala 1977 ji aliyê nûnerên lîjneya leqa heft ya Amerîka ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi kargêrê lîjneya leq hatiye hilbijartin. Di sala 1979 ji Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka yê vegeriya ye Rojhilatê Kurdistanê û li kongreya nehem da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1979 bûye Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa Yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1982 pileya wî ji bo endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê tê bilind kirin. Di sala 1984 rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi cîh hiştiye û çûye Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka yê.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.  

2- Feysel Resul Xoşnaw, Biyografiya Efserên Kurd, beşa duyem, ( Tehran ـ Çapxaneya Rojhilat – 2020 ).

3- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq ( Fî Muhetat Rîesiye ) 1946 - 1993, ( Dihok - Matbaa Xebat 1998).

4- Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, ( Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat, 2013 ).

5- Haşim Remezan, Al Muhterequn Al Kurd, Al Cuz Al Awel, ( Erbîl ـ Matbaa Al Hacî Haşim – 2005 ).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir